ManşêtNûçe

​​​​​​​Hevdîtinên KNK`ê yên ji bo çareseriyê dewam dikin

Hewldanên KNK’ê yên li dijî siyaseta şerxwaz û siyasetên li dijî yekitiya neteweyî dewam dikin.

Piştî ku duh KNK’ê bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê re civiya, îro şandeya KNK’ê li bajarê Hewlêrê bi Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê re civiya, KNK daxuyaniyeke nivîskî parve kir û îşaret bi van xalan kir:

Ji bo helwesta diyalog û aştiyê bê pêşxistin û raya giştî ya Kurdistanê baştir bê hişyarkirin, biryar hate dayîn ku bi navê ‘Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî’ komcivîneke mezin bê çêkirin.

Wê hemû partî û rêxistinên kurdistanî û gelek ronakbîr, siyasetmedar, hunermend, medyakar û kesayetên serbixwe bêne dawetkirin. Şêwira Pêkanîna Diyaloga Navxweyî, wê di roja 21.11.2020’an de li ser tora Zoomê, bi rê ve biçe. Der barê şêwirê de wê karname û agahdariyên berfireh di dawetnameyê de ji beşdaran re bên rêkirin.

Em hêvî û bawer dikin ku ev şêwir xizmetê ji aştî û diyaloga navxweyî re bike.

ANHA

Back to top button