ManşêtNûçe

Fransayê kifş kir dibe ku Ewropa cezayan li dewleta Tirk bibire

Wezîrê kar û barên Ewropa yê fransî Clement Boone kifş kir ku piştî siyaseta dijminahî ya dewleta Tirk ji Ewropayê re, dibe ku Ewropa cezayan li dewleta Tirk bibire.

Wezîrê fransî ji radyoya Ewropa 1 û rojnameya Les Echos re diyar kir ku cezayên li dijî hin rayedarên Tirk hatine birîn, ji ber ku li Deryaya Spî li gazê digerin.

Clement Boone da zanîn ku wan di lûtkeya Ewropayê ya dawîn de derfet da Tirkiyê ku dev ji siyaseta xwe berde, dewleta Tirk jî têkildarî aramiyê hin nîşaneyên biçûk nîşan dan û niha careke din rêbaza şantaj û dijminahiyê dide meşandin. Boone piştrast kir ku ew ê cezayan bibirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Tirkiyê li Deryaya Spî dest bi lêgerîna gazê kir, ji meha Tebaxa derbasbûyî ve nakokî di navbera wê û YE`yê de derketin.

Back to top button