ManşêtNûçe

Salih Muslim: Bi têkoşînê wê sala 2022 bibe sala me

“Divê hêzên garantor yên li heremê dimînin cidî bin. Bila qanûnên xwe bimeşînin.” bi van gotinan Salih Muslim helwestên xwe li dijî sekna hêzên navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk re nîşan da.

Duh endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Salih Muslim, derbarê êrişên dewleta Tirk û hewildanên teslîmgiritina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdarî bernameya taybet a ANHA’yê bû.

Salih Muslim, destnîşan kir ku ev êrişa li ser Kobanê xelekek din ji hovîtiya faşîzma dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Hedefgirtina hemwelatiyan wehşiyata dewleta Tirk nîşan dide. Ev êriş di demeke balkêş de pêk hat. Ev diyar dike ku konsepteke giştî dane destpêkirin. Êrişên li Zirgan û Kobanê, dorpêçkirina herêmê ji aliyê hikimeta Şamê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ev giştî diyar dike ku ji navendekê ev biryarên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin. Di nav wê navendê de ya ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryaran didin Sûriyê, Rûsya, Amerîka û Îranê tê de ne. Wan dewletan bi giştî lihevkirine ku li gor wê konsepta xwe dimeşînin. Ev li ser teslîmgirtin û êşandina herêmê ye. Giliyên ku em dikin jî tu feyde nake. Encex em bi xwe tedbîran bigrin, xwebirêxistin bikin, ji sîxûran baldar bin û têkoşînek mezin li hember van êrişan bikin.”

Salih Muslim, balkişand ser dema pêkanîna êrişan û pêkanîna civîna Astana û got: “Ev êriş û hewildanên teslîmgirtina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rojên ku civîna Astana pêk hat de çêbûn. Civîna Astana li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê tê lidarxistin. Lê di daxuyaniya wan de jî diyar bû ku li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriyê tiştek derneket holê. Li dijî çareseriyê ye. Li dijî Astana tenê em hene, derveyî me kesek li dijî wan dernakeve. Lavrov û daxuyaniyên wekî ku dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’ Li herêmê Kurd, Ermen û Suryan hene. Projeyek li herêmê heye. Çima nabêjin rêveberî çi dixwazin. Dixwazin Kurdan bi quncikekê de bihêlin û çend maf bidinê. Dibêjin herin têkevin himbêza hikumeta Şamê. Ewqas berdêl hatin dayîn. Tiştek wiha nabe.”

Têkildarî bêhelwestiya hêzên navneteweyî ji hedefgirtina hemwelatiyan, Salih Muslim ev tişt anî ser ziman: “ Hêzên navneteweyî daxuyaniyan didin, lê di aliyê pratîkî de tiştekî nakin. ÎHA û SÎHA`yên ku dewleta Tirk li dijî hemwelatiyan bi kar tîne ji dewletên navneteweyî re wekî Îngîltere, Amerîka, Hollanda, Kanada û Danîmarka wergirtine. Gelo ev dewlet nikarin ji dewleta Tirk re bibêjin êrişî hemwelatiyan neke? Berjewendiyên xwe hene. Kesekî ku cidî bi me re be tune ne, divê li gor wê tedbîrên xwe bigrin.

Divê hêzên garantor yên li heremê dimînin cidî bin. Bila qanûnên xwe bimeşînin. Di NATO de kuştina sivîlan tune ye, topbarankirina Zirganê tune ye. Bila pîvanên NATO bimeşînin. Tişta ku dewleta Tirk dike derveyî mirovahiyê ye. Dewletek terrorîst van sûcan pêk tîne, lê li hemberî wê dewletê tiştekî nakin. Balafirên Rûsan her roj aliyê Sûriyê çeteyan bombebaran dike, lê yên ku DAIŞ xwedî dike wê dixe balgihê bin serê me. Ji ber çi li hemberî wan nayê sekinandin. Bila ji hevpeymanên ku çê kirine re dirûst bin.”

Salih Muslim behsa armanca van êrişên bi SÎHA`yan hemwelatiyan hedefdikin got: “Van êrişan re dixwazin gel bitirsînin. Herêmê vala bikin. Dewleta Tirk li ser gelên me terorîzma dewletê dimeşîne.  Di dîroka Osmaniyan de ev heye. Erdogan îro tişte ku Ebdilhemîd kiriye dimeşîne, dixwaze dewleta Osmanî bimeşîne. Dewleta Osmanî jî heman tişt dikir ku dema diketin bajarekî û ji Yenîçeriyan bi cih dikirin ku wan jî talan, dizî, kuştin dikirin. Piştî wê jî leşkerên xwe li wir bi cih dikirin. Ev terorîzma dewletê ji dîroka Osmaniyan derketiye. Îro ji ber ku hêzên navnetewî li hember dewleta Tirk dernakeve, hesap jê naxwaze bi keyfa dimeşe. Heya niha hişmendiya wan ev e `Kurdê baş, Kurdê miriye.` Ger sîxûrên wan Kurd bê wê rojek were wan jî tine bike. Ger îro Kurdê baş dikujê wê sibe jî dora Kurdê xirab were. Di dîrokê de ev kirine.”

Salih Muslim derbarê hewildanên teslîmgirtina herêmê de got: “Dewleta Tirk dibêje `yan hûne teslîm bibin yan jî ez ê we bikujim.` Teslîmiyet mirin e. Li şûna ku di bin dagirkerî û himbêza dewleta Tirk de bê keramet her roj bimirin, careke bi şeref û kerameta xwe bimirin û mirovatiya xwe winda nekin.  Gelê birêxistinkirî xwedî îradeye, gelê bêrêxistinkirî li ber lingan diçe. Divê em bi her awayî xwe birêxistin bikin. Bi vê rêxisitinbûnê em dikarin li dijî hovîtiya dewleta Tirk bisekinin.”

Salih Muslim, diyar kir ku derbarê êrişan de tu hevdîtinên wan bi hikumet Şamê re çênebûye û got: “Hikumeta Şamê dema komkujiyek li welatên cûda têne kirin, derdikevin daxuyaniyên şermezariyê didin. Lê dema mijar dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştek nakin. Serweriya vî welatî heye. Beriya her tiştî serweriya Sûriyê kirine benîşt û di devê xwe de dernaxîne. Ji bo serweriyê çi kirine, tiştek nekirine. Bila werin em bi hev re rûnin lihev bikin ku çawa em bikaribin di hundirê vê malê de bijîn wê demê em dikarin li dijî dijminê Sûriyê jî bisekinin.”

Her ku diçe tevgera MÎT li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe. Tekildarî vê de Salih Muslim, ev tişt parve kir: “Rola MÎT`ê çima îro zêde derdikeve? Dema DAIŞ hebû çima dernediket. MÎT di hundirê DAIŞ bi xwe de bûn. Dema ku DAIŞ nikare xwe berde nav gel wê demê MÎT dixin meriyetê, yan jî şaneyên veşartî dixin tevgerê. Li kuderê DAIŞ têk diçe li wir MÎT dikeve dewrê û şaneyên xwe çê dike. Tu cûdabûna şaneyên MÎT`ê ji DAIŞ tune ye. Dema DAIŞ kêm dibe MÎT zêde dibe. Divê em baldar bin û nehêlin ku zarokên me bên bikaranîn.”

Herî dawî Salih Muslim di bernameya taybet de anî ziman ku wê sala 2022`an bibe sala hilweşandina faşîzmê û got: “Sala 2021`an di nav têkoşînê de derbas bû. Pirsgirêka Kurd her çû berfireh bû û cîhan pê hisiya. Lê heya niha ger çareser nebûye tê wateya ku keda me têrî nekiriye. Divê em hin zêdetir bixebitin. Ev 6 sale di dewleta Tirk a dagirker de jî tiştek nemaye ku gihîştiye îflase. Kêm ma ye. Em hîn zêdetir li ber xwe bidin, wê dijmin ji hundir de bê hilweşandin. Ger em rêxistina xwe xurt bikin, dijminê xwe nas bikin wê sala 2022`an bibe sala me. Ev sal wê bibe sala hilweşandina faşîzmê. Ger ew dijmin hilweşê wê Rojhilata Navîn nefeseke kur bikşîne ku bûye belaye mirovayî ye.”

Back to top button