ManşêtNûçe

Lêkolînerekî misirî: Bikaranîna Tirkiyê çekên kîmyewî binpkirinekî derexlaqî ye

Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan a Qahîre Henî Silêman diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî  li dijî Partiya Karkerên Kuristanê (PKK), rêgez û pîvanên navneteweyî bin pê dike.

Hanî Silêman ji ANHA re got, bikaranîna çekên kîmyewî binpkirin û karekî derexlaqî ye, her wiha bi nirxên mirovahî û pîvanên navneteweyî re bi nakok e.

Hanî Silêman diyar kir ku israra dewleta Tirk a bikaranîna çekên kîmyewî bi vê hejmara mezin, piştrast dike ku bi daxuyanî û xîbatên xwe re ku xwe xwedî exlaq nîşan dide bi nakok e.

Silêman ev li gotina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk di 6 mehan de zêdetirî 232 carî çekên kîmyewî bi kar anîye, ev rêjeya pir mezin cihê metirsiyê ye ku di aloziyên jê dijwartir de nehatiye bikaranîn. Ji lew re tê wateya dijbertiyeke mezin a Tirkiyê ji sîstema navneteweyî û israra li ser sûcan e, her wiha israra wê ya qirkirina etnîkî û pêkanîna derexlaqî ji rageşiyê re ye.”

Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan a Qahîre îşaret pê kir ku bikaranîna çêkên kîmyewî bi vê miqdara mezin , dihêle mirov gumana hevkariya civata navneteweyî bi sûcên Tirkiyê re bike.

Hanî Silêman diyar kir ku bêdengiya navneteweyî hişt dewleta Tirk hîn zêdetir sûcan pêk bîne û wiha domand: “Ji ber  ku hêzên navneteweyî bi dewletên mezin re li ser bingeha lihevkirinên diyarker, rageşî û qezenckirina li ser hesabên teng dide û distîne. Çi têkildarî Lîbyayê be yan jî hundirê Sûriyê yan jî rewşa penaberan be. Divê li ser van hemû sûcan hesab ji Tirkiyê were xwestin.”

Gerînendeyê Navenda Erebî ya Lêkolînan a Qahîre ev nirxandin kir: “Ji ber sûcên Tirkiyê divê yekser banga derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê were kirin, ji ber ku PKK’ê parastina rewa ya maf û azadiya neteweya Kurdan dike.”

Back to top button