ÇalakîManşêtPYD

PYD civîneke rêxistinî ji endamên xwe re li herêma Reqayê li dar xist

Buroya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD roja Şemiyê di dîroka 2021-12-25, civîneke rêxistinî ji endamên xwe re li herêma Reqyê li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê û rûmetê destpê kir, endamê buroya rêxistinî ya partiyê “Xazî Mihemed” û endama buroya jin “Ebîr Xelîl” civîn bi rêve birin.

Endamên partiyê di der barê civînê de li ser rewşa siyasî li herêmê axivîn, wekî din li ser rewşa rêxistinî li herêma Reqayê, her wiha li ser rewşa ciwan û jinan axivîn û aktîvirina rola wan di civakê de.

Piştre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hat vekirin li ser bûyer û dozên têkildarî civakê û herêmê bi giştî.

Di dawiya civînê de, pêşnûmeya peymana civakê hat belav kirin ji bo nîqaş li ser bê kirin.

Back to top button