DaxuyanîManşêtNûçe

Rûspiyên Cizîrê: Bi pêkanîna federalî aloziya Sûriyê çareser dibe

Rûspiyên Ereb ên Kantona Cizîrê piştgirî dane Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û gotin:”Li ser bingehê berjewendiyên niştimanî û jiyan hevbes em dibînin ku bi pêkanîna federaliyê aloziya Sûriya çareser dibe”.

Komîteya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM‘ê ya Kantona Cizîrê di civînekê de pêşveçûnên dawî ji rûspiyên Ereb ên Kantona Cizîrê re şîrove kir. Civîn li Salona Beylesan a bajarê Amûdê pêk hat. Piştî nirxandin û niqaşên berfireh, civîn bi derxistina daxuyaniyekê ji aliyê rûspiyan ve bi dawî bû.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo pêkanîna fermanên desthildariya AKP û berdewamkirina ambargoya li ser kantonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di heman demê de ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên navê Mertala Firatê li xwe dikin herêmên Cerablus, Ezaz û Bab dagir kirin, komên girêdayî PDK‘ê ku navê Pêşmergeyên Rojava li xwe dikin bi hin rûspiyên ereb û Tirkumen ketin herketê de û di hizêrana 2014‘an de bajarê Mûsilê radestî DAIŞ kirin û di 3‘ê tebaxê de jî wiha li Şengalê kirin.

Ew kesana li bargeha leşkerî ya Başîqayê ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatin perwerde kirin. Piştî têkçûna DAIŞ‘ê li Babê, Şengalê hedef girtin. Dixwazin bi vê yekê planên Tirkiyê ya ku dijminahiya vîna Kurd û Ereb dikin, pêk bînin.

Wekî Rûspiyên Ereb ên Kantona Cizîrê, têkiliyên me bi pêkhateyên Kurd, Suryan, Asûrî û Turkmen baş in. Li ser bingehê berjewendiya niştimanî û jiyana hevbeş ji bo peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriya re û veguhertina Sûriya welatekî ji hemû pêkhateyên wê re ye. Em dibînin ku çareserî bi federasyonê demokratîk a xwe dispêre erdîngariyê û vîna hemû gelê Sûriyê, pêk tê.

Em tekez dikin ku em ê destur nedin tu kesî ku têkiliyên me yên dîrokî xirab bike an jî tevliheviyê derbixe û ewlekariya me têk bibe. Em destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên YPG/YPJ û QSD‘ê hatin bidestxistin bi parêzin.

Banga me ji kesên ku planên Erdogan pêk tînin, ji dijminê mirovahî yê ku sivîl û şervanên YBŞ‘ê şehîd dixin û dijberiya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê dikin dûr bikevin. Meclîsa Sûriya Demokratîk vîn û hêviya hemû pêkhateyên Sûriyê temsîl dike û dê gelê Sûriyê ji teror û desthildaran rizgar bike û Sûriyeke federal ava bike.”

(bb)

ANHA

Back to top button