ManşêtNûçe

Li Minbicê Ragihandina Rêvebiriya Sivîl a Demokrat

Encumena Zagonsaz û Rêvebir a Minbicê ji Eşîr, rûspi û kesayetiyên Mibicê bi amadebûna 500 nûner , Rêvebiriya Sivîl a Demokrat a Minbic û Gunedewarên wê ragihand.

Îro 12 Adarê 2017 encumena Zagonsaz û Rêvebir a Minbicê li hevciviyan û Rêvebiriya Sivîl a bajarê Minbicê û gundewarên wê ragihandin, her wiha Ibrahîm El-Qeftan û Zeyneb Qenber wekî Hevserokên encumena Rêveber a Minbicê û gundewarên wê û Mihmed Cûma Ereb, Ebdulsetar Şêkaxî, Cemîle Ehmed û Eyşe Elî wekî cîgirên wan, hatin hilbjartin.

Derbarê ragihaninda Encumena Sivîl a Minbic û gunewarên wê me li gelHevserokê Rêvebiriya Sivîl a Minbicê Ibrahîm El-Qeftan  hevpeyvînek pêk anî, El-Qeftan got; Îro Rêvebiriya Sivîl a Minbic û gunedewarên wê hate ragihandin, ev Rêvbirî ji hemû pêkhateyên Minbicê pêk tê û nûnertiya hemû Eşîr û pêkhateyên Minbicê dike, heya ji me hat me hewil da ev Rêvebirî û komteyên bi ser ve ji kesayetiyên tiknokrat pêk bê, encuneba zagonsaz a Minbicê ya ji 132 kesan jî pêk tê, Rêvebirî pesend kir.

Li ser pirsa gelo çima Rêvebiriya Sivîl a Minbicê di van demên hestiyar de hate ragihandin birêz El-Qeftan got; Ragihandina Rêvebiriyê çi ji aliyê parastina gelê herêmê be yan jî ji aliyê pêşkêşkirina xizmetgozariyê be pêwistiyek bû, em di wê baweriyê de ne ku divê em bi xwe û bi hêza xwe Minbicê û gundewarên birêve bibin, ev sedem bûn ku me di vê demê de Rêvebirî ragihand. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku ji bo parastina Minbicê û gundewarên wê Encumena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokrat roleke mezin lîstin û rê li ber hemû metirsiyên bi ser herêm de girtin, ev her du hêzan Minbic ji destê hêza terorê DAIŞ û hevbendên wê rizgarkirin , her wiha xwedî wê hêzêne ku li hember her metirsiyekê rawestin û li ber xwe bidin.

Derbarê pirsa gelo di demekê de ku Tirkiyê gef li Minbicê û gundewarên wê dixwe, hêzên Hevpeymana Nevdewletî ya Emerîka serpereştiya wê dike ji bo ewlehiya herêmê ti soz dane? El-Qeftan got; Em di serî de xwe dispêrên hêza xwe ya ji her yek Encumena Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyê Demokrat pêk tê, ev her du hêz weku kelheyan li hember êrişan rawestiyan û hemû êrişên bi ser herêmê de têk dan.

Hêzên Hevpeymana Navdewletî û di serî de  hêzên DYE jî bi mebesta Minbicê ji êrişeke ber biçav a dewleta Tirk û hêzên Mertela Firatê biparêzên hatin Minbicê, em ji aliyê xwe ve destwerdana Dewleta Tirk weku dagirkerî nas dikin, Tirkiyê nexwaze herêm ewle bibe, naxwaze li Sûriyê demokrasî pêk be û hewl dide planên xwe li herêmê pêk bîne, Tirkiyê dijminatiya hêzên demokrat û gelê Kurd û gelên herêmê dike, hemû planên Tirkiyê têk çûn ji ber vê çendê yek ser bi hêza xwe ya leşkarî kate herêmê, lê weku gelê bakûrê Sûriyê em careke din dibêjin emê ti carî rê nedin plan û hewildanên dewleta Tirk, çawa me herêmên xwe ji terorê rizgar kir emê ji dagirkeriya dewleta Tirk jî rizgar bikin.

Birêz El-Qeftan di dawî de got; Em bi riya ragihandina Rêvebiriya Sivîl a Demokrat ji hemû cîhanê re dibêjin em li virin, em bi hêz û keda hemû pêkhate û gelê herêmê xebata xwe  li ser xaka xwe birêve dibin, ev rêvebirî ji bo ewlehî û demokrat bûna Sûriyê wê bibe nimûne, Em ji Minbic û gelê Minbicê re dibêjin “Bi xatirê te Şer”.

N.R.PYD`ê li Ewropa

Back to top button