ManşêtNûçe

Rêxistinên partî û saziyên Kurdistanî banga xwedî derketina Şoreşa Rojava’ dikin

Rêxistinên partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa têkîldarî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li ser  Rojava û Bakur -Rojhilata Sûriyeyê daxuyaniyek hevpar dan.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Em rêxistin, partî û saziyên ku li jêr îmzeyên wan hene, bangawaziya ‘Xwedî derketina Şoreşa Rojava’ dikin. Her kesên ku ji xwe re dibêjin: ‘Em Demokrat in’, ‘Em Pêşverû ne’,  ‘Em Şoreşger in’,  ‘Em mirov in’ divê bi berpirsiyarî û bi hişmendiya ‘Îro roj roja xîretê û namûsê ye’ tevbigerin! Lewre dijminê sereke yê gelê Kurd û Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker û qirker, amedekariyên dagirkirin û komkujiyên li Bakur-Rojhilatê Sûriye û Rojava dike. Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn ku, bi têkoşîn û berxwedanê siberoj û rûmeta Rojhilata Navîn û gelê Kurd weke stêrka hêviyê bilind dike. Ji hêla mirovahiya mezin ve bi hezkirin xwedî lê tê derketin. Ev rastiya dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst, desthilatdariya AKP/MHP’ê har dike. Bakur-Rojhilata Sûriyeyê û Rojava bi têkbirina terorîstên DAIŞ’ê xewn û xeyalên Erdogan di gewriya wî de hiştin.

Daxwaza wî ya ku bi gotina ‘Kobanê ha ket, ha wê bikeve’ nîşan dide ku ew dildarê DAIŞ’ê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi şerekî berfireh û kûr dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê bistîne û armancên reş û qirêj yên terorîstên DAIŞ’ê yên ku nîvco mane, bi vî şerî qirêj hêvî dikin ku temam bikin. Ev êrîşkarên har, li ku destkeftiyên Kurd û Kurdistanê hebin, dixwazin wê derê hilweşînin, xera bikin û destkeftiyên Kurdistan û Kurdan ji destên wan derxînin û tune bikin. Yên piştgirî, hêz û wêrekî didine vê êrîşkariyê sazî û dewletên têkildar ên navnetewî û bêguman bêdengiya wan e!

Em rêxistinên partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropa; Di serî de gelê Kurd, Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê, çi Başûr, çi Rojhilat, çi Bakur, çi Rojava, yên li Sovyeta berî dijîn, yên li welatên Ewropa, çi Kurdên li Kanada, Avustralya, Japonya dijîn; yên li Qibrisê, Emerîkayê koçber in, bi kurtasî Kurdên li her derên cihanê bi cîh bûne û dijîn, ger zanibin ev şerê kûr û qirêj ku dewleta Tirk a faşîst amedekariya wê dike, berî herkesî wan eleqedar dike. Divê ji herkesî pêştir û gelê me dengê xwe bilind bike. Pêwîste û girîng e ku li dijî desthilatdariya faşîst a Erdogan û Bahçelî qiyametê rake. Kurdno, ev doz doza te ye. Tu li herî pêş bimeşî. Pêşengê vê berxwedan û têkoşîna rûmetê tu yî! Ku ev sedsal bibe ya Kurdan, wê bi helwesta me Kurdan a îroyîn diyar bibe.

Ji hemû mirovahiyê, NATO, Emerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropayê û tevahiya derdorên mafên mirovan diparêzin re em dibêjin: Li dijî amedekariya êrîşa hilweşandin, xerakirina Bakur-Rojhilata Sûriyeyê û Rojava dengê xwe bilind bikin. Ji bo qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê bêne girtin em bang dikin.

Em dengê mîlyonan e. Ev deng ji Emerîka û Rûsyayê re dibêjin, li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dildarê DAÎŞ’ê hevbeş û hevkar tevbigerin û demildest qada hewayî ya Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê ji firîna firokeyên şer ên Tirkiyê re qedexe bikin. Ev qêrîn qêrîna Şoreşa Rojava ye. Ev qêrîn qêrîna Xweseriya Bakur-Rojhilata Sûriyeyê ye. Ev qêrîn qêrîna biratiya gelan e. Ev qêrîn li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst qêrîna azadî, wekhevî û aşitiyê ye. Ev qêrîn qêrîna Kurdistanê û hemû Kurdan e.

Em bi vê hest û helwestê her mirov, kes, rêxistin, sazî, tevger û partiyên ku dilê wan ji bo Rojava û Bakur-Rojhilata Sûriyeyê lê dide, vedixwînin meş û mîtîngên 23’ê Tirmehê li tevahiya Ewropayê dê bêne lidar xistin.

ANF

Back to top button