ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê peyameke nivîskî weşand û salvegera şoreşê pîroz kir.

Peyama Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10`emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşwazî dikin; şoreşa ku di sala 2012’an de li Kobanê, Efrîn, Cizîrê û piştre jî li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir û li ser esas û nirxên Serhildana 2004’an û têkoşîna salên dirêj a gelê me bi hemû hêza xwe dest pê kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê nûnertiya şoreşa ku rastî û pêwîstiya gelê Sûriyê bi veguhertina siyasî ya demokratîk radixe pêş çavan, di vê şoreşê de taybetmendî û nirxên civakê yên çandî, dîrokî û olî li ber çavan girtin û prensîba jiyana bi hev re li gorî xwe anî ziman. Bi felsefeya neteweya demokratîk dest pê kir û dest bi avakirina vîna xwe ya azad û demokratîk, redkirina zîhniyeta înkarê û polîtîkayên biçûkxistinê û çewisandinê yên li dijî hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Tirkmen û yên din ên li Sûriyê kir.

‏Îro piştî deh salan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahidê kombûna hemû pêkhateyên gelê me li derdora rêgezên vê şoreşê ne. Ya ku li Sûriyê têkoşîna demokratîk û rûbirûbûna hemû rêbazên zext û înkarê hilbijart, nehişt ku bibe parçeyek ji têkoşîn û têkoşîneke desthilatdariyê. Li cihê ku vê şoreşê pêdiviya herî baş a guhertina demokratîk li Sûriyê li ser esasê beşdarbûna hemû pêkhateyan bi çand, ziman û girêdanên xwe pêk anî û bi xurtî hate îspatkirin ku sîstema navendî bi tu awayî nûnertiya çareseriyê nake. Sedema krîz û qeyranên ku di Sûriyê de ne û navendîkirina kûrkirina van hemû tiştan e. Şoreşa 19’ê Tîrmehê îspat kir ku pêwîstiya Sûriyê bi sîstemeke îdarî ya nenavendî heye û ev yek bi ezmûna xwe ya pratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir û bû projeya siyasî ya demokratîk ya rasteqîn ku li ser zemînê pêk tê û veguhertineke ber bi Sûriyeke yekbûyî ya demokratîk ve ji bo hemû Sûriyan.

‏Ji kêliyên ewil heta niha hewldan û projeyên tunekirin û çewisandina vê şoreşê dest pê kirine, ji ber ku Tirkiye û kesên pê re ji muxalefetê “di berjewendiya Tirkiyê de pere dane” bi armanca astengkirina meşa wê dest bi pratîkkirina gelek awayan kirin. Heta niha tevî karesatên dagirkerî û koçberkirina bi darê zorê jî bi ser neketiye û şoreş bi hêza lawên xwe û fedakariya wan hîna berdewam e ku garantiya serkeftineke mezin e.

‏Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi hilgirtina dirûşma Sûriyeya demokratîk a adil ji bo her kesî, şansên parastina Sûriyê, yekitiya wê û yekitiya gelên Sûriyê zêde kir, li pêşiya israra gelê me ya li ser pejirandina Sûriyê. Aîdiyeta neteweyî tevî hewldanên berovajîkirina projeya wan û rastiya şoreşa xwe ya demokratîk.

‏Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî di şerê li dijî terorê de û parastina herêmên me, Sûriye, herêm û hemû cîhanê li dijî DAIŞ’ê û piştgirên wê yên ku dixwestin li ser hesabê Sûriye û gelê wê mîrnişînên radîkal ava bikin û bûne metirsîdar, roleke sereke hebû. DAIŞ ya herî dijwar ji wan bû, ji ber ku hat jinavbirin û hewlên şerkirina wê hîn jî berdewam in, tevî ku hinek pê bawer in û hewlên wan ji bo vegerandina wê ji bo jiyanê hene.

‏10 sal piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bidestxistina destkeftiyên dîrokî ji bo gelên herêmê ku bi dehan salan ji bo bidestxistina îradeya siyasî ya ku xwe bi rê ve bibin, parastina destkeftiyên xwe bikin, bi ziman û çanda xwe hîn bibin, bi dest xistin.

‏Bi helkefta dehemîn salvegera şoreşa azadî û demokrasiyê, Şoreşa 19’ê Tîrmehê, em pîrozbahiyê li gelê me giştî û tevahiya gelê Sûriyê û hemû hêz û aliyên ku bûne alîkar di piştgiriya vê şoreşê û baweriya bi rastiya wê de, pîroz dikin. Her wiha em fedakariya şehîdên nemir di wijdanê gelê xwe de û birîndaran jî bi bîr tînin. Em teqez dikin ku prensîb û nirxên Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî nayên vegerandin:

‏1- Avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk.

2- Rizgarkirina hemû deverên me yên dagirkirî û mîsogerkirina vegera xelkê me yên bi darê zorê jê hatine derxistin.

3- Berdewamkirina têkoşîna azadiya jinan ku di vê şoreşê de stûna jiyanî ne.

4-Bi felsefeya xweparastin û bi hemû rê û îmkanên xwe li hemberî her êriş û metirsiyê parastina herêmên xwe.

5-Têkbirina terorê bi hemû şêweyên wê û berdewama şerê li dijî paşmayîn û zîhniyeta wê.

6-Têkoşîna avakirina civaka ekolojîk a demokratîk. Û felsefeya jiyana azad û bi yekitiya gelan û neteweya demokratîk mîsogerkirina îstiqrar û jiyana hevbeş ku çareserî bi mîsogerkirina serkeftinê ye.

7-Berdewamkirina rêya şehîdan û têkoşîna wan heta bidestxistina azadî, rûmet û demokrasiyê.

‏Di dawiya daxuyaniyê de, em amaje bi wê yekê dikin ku hemû hêzên nîştimanî kar bikin ji bo bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê yên azadî û demokrasiyê û rûbirûbûna şêweyên armanckirina Sûriyê û gelê wê bi behaneyên derew ku tu mantiqê wan tune ye. Her wiha em serî li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û hikumeta Şamê û saziyên navneteweyî, mafên mirovan û mirovahî didin ku ji sûcên şer û jenosîdên ku li herêmên ji aliyê Tirkiyê û komên çete ve hatine dagirkirin, berpirsyariyên xwe yên li hember herêmê bi cih bînin û xebat ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê û piştgirîkirina hewldanên gelê me ji bo bidestxistina zemîna çareseriyeke demokratîk ku bibe sedema çareserî, aramî û ewlehiyê li Sûriyê, bi dîtina armancên şoreşa me bi şêweyê wan yê rast. Nûnertiya armancên hemû kesên ku dixwazin êş û azarên Sûriyê û gelê wê bi dawî bikin.

‏Salvegera dehemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê dê bibe bingehek ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û têkbirina dagirkeriyê.”

Back to top button