ManşêtNûçe

Rewşenbîr û rûspiyên êlên Efrînê sûcên artêşa Tirk şermezar kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê siyasetên xwe ji bo guhertina demografiya herêmên dagir dikin didomînin. Bi taybet li Efrînê û herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şêniyên resen bi cuda rêbazan didin koçberkirin û li şûna wan kesên ne ji herêmê bicih dikin.

Rewşenbîr û rûspiyên êlên Efrînê behsa metirsiyên siyasetên guhertina demografiya herêmê kirin û banga belgekirina binpêkirina kirin ji bo ku ji raya giştî re werin pêşkêşkirin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên kantona Efrînê Heysem Mistefa destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cureyên cuda yên çewisandinê pêk tînin bi armanca ku şêniyên resen ji warên wan derxînin û wiha domand: “Tevahiya cureyên cuda yên binpêkirinên der exlaqî pêk anîn ji topbaran, kuştin, revadin, îşkencekirin û wêrankirin bi armanca ku şêniyên resen ên herêmê bidin koçberkirin û demografiya herêmê biguherin.”

Mistefa bang li tevahiya şêniyan kir ku binpêkirinên dagirkeran li dijî wan belge bikin ji bo ku maf û axa xwe biparêzin. Mistefa got: “Rola rewşenbîran di vî warî de gelek girîng e. Em di Yekitiya Rewşenbîran de wê hewl bidin binpêkirinan û hewldanên demografîk belge bikin. Bi rêya amadekirina belgefîlman, derxistina pirtûkan, nivîsandina çîrokên şêniyan û azarên wan da ku bibin delîlek û çekek ji bo ku li qadên navneteweyî dewa mafên xwe bikin.”

Şêwirmendê siyasî û qanûnî ya Partiya Hevalbendiya Neteweyî ya Demokratîk parêzer Elaadîn El-Xalid Bahsa timayên dewleta Tirk a dagirker li herêmê kir û got: “Şoreşa Sûriyê ne xema dewleta Tirk e. Lê belê plan û timayên wê yên Osmanî girêdayî Mîsaqa Millî hene. Ji ber wê hincetan diafrîne ji bo ku şêniyên herêmê koçber bike û hebûna kurdî tune bike.”

El-Xalid wiha domand: “Bûyerên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rûdane îsbata vê yekê ye. Gelên herêmên dagirkirî rastî qirkirinên nejadî, koçberkirina bi zorê û çewisandina madî û manewî tên. Ew siyaset li dijî gelê Kurd bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî pêk tên. Qanûnên navneteweyî jî van sûcan ceza dike.”

El-Xalid girêdayî girîngiya daxuyaniyên desteyên navneteweyî got: “Ya ku ji bo gelê Kurd girîng e ew e ku desteyên navneteweyî, herêmî, qanûna navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên cihanî van sûcên şer ên li dijî mirovahiyê û qirkirina nejadî rawestînin.”

Her wiha rûspiyê êla Amkî ya navçeya Reco ya kantona Efrînê Silêman Bekir hewldanên guhertina demografiya Efrînê û bicihkirina şêniyên ji derveyî herêmê li şûna şêniyên resen şermezar kir. û wiha axivî: “Paşguhkirina naveteweyî bi taybet ya Rûsya şermezar dikin. Ji ber ku li nêzî bargeha wê li bajarê Til Rifatê komkujî pêk hat. Lê dîsa jî li hember binpêkirinên ku qirkirina gelê Kurd armanc dikin bêdeng ma.”

ANHA

 

Back to top button