ManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

Yûsif: Yek ji mercên ku HSD tevlî şerê Idlibê bibe rizgarkirina Efrînê ye

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif diyar kir ku divê rejîma Sûriyeyê pergala Rêveberiya Xweser nas bike. Yûsif got ku ger Rêveberiya Xweser bixwesta heta niha rejîm bihata hilweşandin û wiha domand: “Ji bo ku HSD tev li şerê Idlibê bibe çend şert hene. Naskirina fermî ya HSD’ê ji artêşa Sûriyeyê û rizgarkirina Efrînê çend ji van şertan in.”

Meclisa Rêveber a Kantona Şehbayê ya salane hate lidarxistin. Di civînê de endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif têkildarî geşedanên li herêmê axivî.

Hediye Yûsif anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijminahiya rejîma baasê nake û wiha dom kir: “Rêveberiya Xweser parçekirina xaka Sûriyeyê esas nagire. Berevajî wê, armanca wê yekitiya xaka Sûriyeyê ye. Ev yek di rizgarkirina gelek herêmên Sûriyeyê de jî diyar bû. Em bang li rejîma Sûriyeyê dikin ku pêşketinên demokratîk pêk bînin û sîstema gelên herêmê nas bikin. Ger Rêveberiya Xweser dijminatiya rejîmê bikira, bi salan berê dê hikûmeta Şamê bihilweşiya.”

Têkiliyên dîplomatîk

Di berdewamê de jî Yûsif bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li Sûriyeyê û destwerdana wê ya di karên navxweyî ya welatên ereb de û wiha pê de çû: “Planên dewleta tirk hişt ku di navbera Rêveberiya Xweser û welatên ereban de kanalên dîplomasiyê vebin. Wan jî xetereya planên dewleta tirk dîtin. Têkiliyên me bi taybet jî bi Misrê re zêde bûn.”

Destûra bingehîn

Yûsif bal kişand ser Komîteya Destûra Bingehîn û wiha got: “Divê em beşdarî komîteyê werin kirin. Der barê vê mijarê de nîqaşên erênî hene. Dîsa divê cihê Rêveberiya Xweser di qadên navdeweletî de hebe û tev li civînên Cenevreyê bibe.” Yûsif bi lêv kir ku serkeftina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi yekitiya kurdan û yekitiya kurd û ereban pêkan e.

Şertên HSD’ê yên ji bo şerê Idlibê

Têkildarî mijarê Idlibê jî Yûsif ev nirxandin kir: “Hinek bang hene ku HSD jî tev li şerê Idlibê bibe. Lê ji bo ku beşdar bibe, hinek şertên HSD’ê hene. Yek ji van ew e ku HSD weke hêzeke fermî ya di nava artêşa Sûriyeyê de bê qebûlkirin û ya din jî rizgarkirina Efrînê ye. Di navbera çeteyên li Idlibê de jî nakokî hene. Dibêjin Tirkiye sînorê xwe li ber koçberên Idlibê venake. Lê kesên ku malên wan ji hêla van çeteyan ve hatin talankirin, deriyê xwe ji koçberan re vekir.”

‘Dewleta tirk dixwaze herêmên dagirkirin tev li xaka xwe bike’

Herî dawî jî Hediye Yûsif ev tişt anî ziman: “Girîng e ku hemû herêmên hatine dagirkirin bên rizgarkirin. Divê pêşî li plana dewleta tirk a berfirehkirina dagirkeriyê bê girtin. Hewl dide bi rêya guherandina demografyaya herêmê û bi polîtîkaya pişaftinê nasnameyên tirkî li herêmên dagirkirin mayînde bike û tev li xaka xwe bike. Şerê li Sûriyeyê veguheriye girêkekê. Dê sala 2020’an gelek tiştan zelal bike. Hêvîdarim ku sala nû sala aştî, aramî, yekitî û azadiya gelê Sûriyeyê be.”

 

Back to top button