ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser bertek nîşanî vetoya ‘nîjadperest’ a Erdogan a li NATO’yê da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Polîtîkayên nîjadperestî, înkar û şovenîst ên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî gelê herêmê, pêkhateyên wan û bi taybet gelê Kurd careke din ji raya giştî re aşkera bûye. ”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Delîlên rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî nîşaneya herî ber bi çav a sûcên ku dewleta Tirk bi hevkariya komên selefî yên cîhadî li dijî gelên herêmê pêk aniye û gihiştiye asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.

Ev jî asta têkiliya wî bi van komên li Rojhilata Navîn re, bi taybet rêxistina terorîst a DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Heyet Tehrîr El-Şam nîşan dide. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide polîtîkayên nû yên li gorî pîvanên înkar, nîjadperestî û dîktatoriyê li herêmê bi pêş bixe û herêmê û cîhanê bikişîne nava şerên metirsîdar ên demdirêj.

Di çarçoveya polîtîkaya AKP’ê ya hundir û derve de Erdogan bi daxuyaniyekê endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê red kir

Ev jî nîşaneke din e ku Erdogan dixwaze li gorî pîvanên xwe yên şantajên siyasî li dijî welatên ku bi QSD’ê re di nava hewldanên navneteweyî yên şerê li dijî DAIŞ’ê û terorê de ne, siyasetên cîhanê bimeşîne. Ji aliyekî din ve jî hewl dide têkoşîna gelên herêmê bi taybet gelê Kurd û tevgera mafên mirovan li gorî yasayên navdewletî û yasayên mafên mirovan weke kiryarên şovenîstî û terorîstî nîşan bide.

Hewl dide ku atmosferekî, NATO li gorî polîtîkayên xwe tevbigere ava bike. Siyaseta Erdogan wê hewldanên navneteweyî yên li dijî sîstema terorê ya cîhanê û şaneyên veşartî yên wê lawaz bike, terorê ji nû ve geş bike û polîtîkayên xwe yên dîktatorî ji bo guhertina demografiyê bi cih bîne û herêmê û cîhanê bixe nava şerên xeternaktir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û gelên herêmê, em tevî civaka navneteweyî hewl didin DAIŞ’ê û rêxistinên din ên terorîst tune bikin û çareseriyên mayînde ji bo aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî û bi taybet biryara 2254, peyda bikin. Di heman demê de em ji civaka navneteweyî hêvî dikin û bang dikin ku bi pey van siyasetên dewleta Tirk nekeve, ku armanc dike NATO’yê li gorî xwe saz bike û derbê li gelên herêmê bide. Em teqeziyê bi mafên hemû gel û pêkhateyan di têkoşîna rewa ya ji bo bidestxistina azadî û rûmetê de li gorî qanûn û peymanên navneteweyî dikin.”

ANF

Back to top button