ManşêtNûçe

Di nav hefteyekê de 5 hezar îmze hate komkirin

Li Qibrisê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê di hefteyekê de zêdeyî 5 hezar îmze hate komkirin.

Komîsyona îmzeyan ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve hatiye avakirin ragihand ku ev 3 mehe ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê di nav xebatan de ne.

Komîsyonê diyar kir ku di demek ku gerîlayên azadiyê li dijî artêşa pergala kapîtalîst şer dikin, hebûna PKK’ê di lîsteya terorê de şerm e.

Komîsyonê diyar kir ku tenê di vê heftê de weke Meclisa Gel a Kurd 5 hezer û 234 îmze komkirine.

Komîsyonê diyar kir ku heta niha wan 15 hezar îmze komkirine, wê xebatên xwe hîn xurtir berdewam bikin û armanca wan komkirina 60 hezar îmzeye.

 

Back to top button