ManşêtNûçe

QSD: Çapemeniya hikumeta Şamê nûçeyên derew belav dike

QSD`ê îdiyayên dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê derbarê operasyonên QSD`ê li dijî sivîlan li gundewarên bakurê Dêrazorê derewand.

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê derbarê operasyonên hêzên me li dijî DAIŞ`ê agahiyên derew belav kir. Di nûçeyeke ajansê de hate gotin ku hêzên me bi destekdayîna helîkoptirên Koalisyona Navneteweyî girt ser gelek malên li bajarê Ebû El-Nîtil ê gundewarên bakurê Dêrzorê û hejmarek ji şêniyên bajarok, girt.

Em piştrast dikin ku ev nûçe derew e. Hêzên me tu operasyon li herêma navborî di nava rojên borî de pêk neanîne. Her wiha ajansê îdiya kir ku 3 şervanên me di êrişa ku komên çete yên terorîst li ser rêya Heqil Umer ê petrolê yê li rojhilatê Dêrazorê pêk anî, şehîd bûne. Em piştrast dikin ku ev nûçe jî derew e û tu şervanên me li wê herêmê rastî tu êrişan nehatine.

Berpirsên ajansa SANA bi belavkirina nûçeyan li ser operasyonên terorîst ên li dijî herêmê û propogandeya wê, hewl didin tolê ji şêniyên herêmê yên ku bi tundî “Lihevkirina” bi desthildariya Şamê re li herêma Dêrazorê ya rizgarkirî red kirin, rabikin. Her wiha SANA girtina endamên şaneyên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên me ve, wekî sivîl nîşan didin û bi vê yekê jî hewl didin ku bi rêbazên xerab raya giştî bixapînin û xwe ranegirtina wan li hemberî serkeftinên hêzên me di parastina xelkê û gel ji xeteriya DAIŞ`ê û şaneyên wekî wan, derdikeve holê.

Piştî çend rojan ajansa “SANA” dê dehsaliya “nûçeyên derew” ên ku di salên borî de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji terora DAIŞê hatine rizgarkirin belav dikirin, bi dawî bike.

Diyar e rêveberiya ajansê û edîtoriya wê, fermanên şaş di belavkirina nûçeyên derew de digire, da ku şaneyên terorîst ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xira bikin, berê wan bidin herêmê.”

ANHA

Back to top button