ManşêtNûçe

Pêwîste bi rêya diyaloga aştiyê şer bê bi dawî kirin

Nûnerekî Sefaretxaneya Filistînê ya Iraqê Fuad Mustefa di Kongreya ‘Ber bi diyaloga serketî ya Erebî-Kurdî’ de xwest, ku gel li dijî welatên dagirker ên li Rojhilata Navîn yek bin, her wiha anî ziman ku pêwîste bi rêya diyaloga aştiyê û gotûbêjê hemû şerên navçeyê bên bi dawî kirin.

Kongre bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Hizra Demokratîk û bi tevkariya Komeleya Azadî ji bo Kurdên Feylî li Iraqê, Dezgeha Stander, Rêxistina Mafê Mirov a Zarokê Şengal û Komeleya Dostaniya Kurd li Parlamenta Ewropayê hate lidarxistin.

Yek ji wan kesên ku tevlî kongreyê bû Şêwirmendê Ragihandina Sefaretxaneya Filistînê ya li Iraqê Fuad Mistefa bû ku di heman demê de di kongreyê de temsîla sefaretxaneya Filistînê dikir.

Fuad Mistefa têkildarê kongreyê ji ANF’ê re axivî û got, “Kongreyên bi vî rengî girîngin û têkiliya her du gelên Kurd û Ereb nêzîk û kurtir dike. Gelên herî nêzîkê hevdu gelên Kurd û Ereb in. kongreyên bi vî awayî dibin sedema bi hêzbûna biratiya di navbera Kurd û Ereb û her wiha dibe rêya çareseriyê ji tevahî alozî û pirsgirêkên ne famkirina hevdu ya di navbera her du neteweyan de. Dîsa dibe bingehek ji bo aştiya li navçeyê û bi rêya kongreyên wiha berjevendî û mafên neteweyan tên diyarkirin.”

Mistefa bal kişande ser hewldanên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina herêmê û derxistina nakokî di navbera gelên Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: “400 sal beriya niha Tirkiyê di bin navê ferzkirina desthilatiya xwe li ser herêmê, plana dabeşkirina gelan û lewazkirina parastina herêmê daniye bi taybetî ji bo ku desthilatiya xwe li ser welatên navçeyê yên di aliyê çavkaniya enerjî û xwezayê de dewlemendin ferz bike. Ew hewldanan ji bo dagirkirina welatên navçeyê bûye sedema derketina rewşeke xirab a navxweyî ya li welatên Ereb û Rojhilata Navîn.”

Şêwirmendê Filistînî Fuad Mistefa di dawiyê îşaret bi rêyên pêkanîna aştiyê ya li navçeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Di serdema Peymana Sayks Pîko de welatên dagirker hewldane ku gelên navçeyê li dijî hevdu bidin şerkirin da ku welatên dagirker bikaribin talankirina dewlemendiyên welatên navçeyê bidomînin. Netewên navçeyê bi hezaran salin ku bi hevre dijîn, lewre pêwîste bi rêya diyaloga aştiyê û gotûbêjê hemû şerên navçeyê bên bi dawî kirin.”

Back to top button