ÇalakîJinManşêtPYD

Meclisa Jin a PYD civîna xwe ya salane li dar xist

Di bin drûşmeya “Jina rêxistinkirî misogeriya civakek demokratîk e”, meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, roja Yekşemê di dîroka 2021-12-19 civîna xwe ya salane li taxa Şêx Meqsûd li dar xist.

Di civînê de rêveber û endamên rêxistina jinan di partiyê de, Kongreya Star û Malbatên Şehîdan amade bûn, civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre Senevîzyon hat pêşandan bi zimanê kurdî û erebî li ser perspektîfên rêbertî taybetî jinan, her wiha rapora salane hat xwendin ku li ser çalakiyên jin di der barê salekê bû ji hêla heval Hêvîn Reşîd endama Meclisa Jin.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Partiya Yekîtiya demokrat PYD “Eyşe Hiso” li ser geşdanên qada Sûriya bi giştî û bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet axivî.

Her wiha deriyê nîqaşê hat vekirin li pêşiya beşdaran ji bo nirxandina rewşa rêxistinî û nîqaşa li ser çawaniya derbaskirina pirsgirêkan ên li pêşiya têkoşîna jinê, berdevka bi navê Meclisa Jin Zejra Semo karê rêixstinî nirxand.

Her wiha encamname û bernameya xebatê ya salekê jî hat eşkerekirin û ev tişt hatin diyarkirin:

Gihaştina tevahiya jinên civakê bi armanca rêxistinkirina wan.-

-Kar bikin li ser pêşektina jinê ji aliyê Dîblomasî û pêşxistina têkiliyên bi partiyan re.

-Domandina têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocelan.

-Domandina dayîna dewreyên perwerdeyê bi armanca belavkirina hişmendiyê di nava civakê de.

-Kar bikin li ser xurtkirin û çalakirina rola jina ciwan.

-Rehabîlîtasyona kadroyên partiyê ji bo xurtkirina rêxistina jinan.

-Pêşxistina jinan ji aliyê raghandinê.

-Domandina avakirina şaneyên partiyê.

-Domandina hemleya ku Meclisa Jin destpê kirbû bi serdana kesayetên serbixwe û partiyên siyasî.

-Domandina hemleya li dijî sûcên kuştinê ku der heqê jinan pêk tê.

-Her endamek di rêxistina jinan de ew in endamên di paraqstina cewherî de.

Back to top button