DaxuyanîManşêtNûçePYD

PYD’ê: Em piştgiriyê didin hêzên demokratîk

Berdevkê Fermî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser hilbijartinên herêmî ku di 31‘ê Adarê li Tirkiyê pêk were daxuyaniyek da

Daxuyanî wiha ye:

Di 31‘ê Adarê li Tirkiyê hilbijartinên herêmî pêk tên. AKP û serokê wê Erdogan ev hilbijartin veguherîn mîna referndomeke li ser serokatî û rewabûna rejîma wî ya ku hevgirtina hêzên faşîzm ên li Tirkiyê temsîl dike. Di heman demê de rejîma faşîst a Tirkiyê mijara Sûriyê, çareseriya siyasî û dagirkirina beşek ji xaka Sûriyê di kampanyaya propogendayên hilbijartinan de bi kar anî. Ji ber vê yekê mafê me ye ku em nêrînên xwe der barê bûyerên ku li gel cîranê me Tirkiyê rû dide, bînin ziman.

Rejîma Tirkiyê ya heyî ev 7 sal in li pêşiya çareseriya siyasî ya Sûriyê dibe asteng, di heman demê de ji hembûna komên terorîst ên li ser xaka Sûriyê berpirsyar e, niha jî bermahiyên DAIŞ‘ê li Idlib û Efrînê diparêze. Daxuyaniyên dawî yên rayedarên Tirkiyê niyeta wan a xirab li hemberî Sûriyê, bi taybet Bakur û Rojhilat diyar dike.

Li ser vê esasî em Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) em piştgiriyê didin hêzên demokratîk ên baweriya xwe ji rayedarên hikûmeta heyî ya Tirkiyê kişandine, di van hilbijartinan de em piştigriyê didin Partiya Gelan a Demokratîk û hevgirtina hêzên demokratîk ên Kurdistanî. Em hêvî dikin ku ev hevgirtin li hemberî xeteriyên li dijî gelê Kurd li herêmê dewam bike û hêviya serkeftina li hemberî faşîzm û hêzên demokratîk dixwazin.”

Berdevkê Fermî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk

Salih Muslim

Back to top button