ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Hilbijartinên Herêmî li Turkiye û Bakûrê Kurdistanê tên despêkirin

Li seranserî Turkiye û Bakûrê Kurdistanê îro hilbjartinên herîmî hatin despêkirin kû ev dê çarenûsa giştî deshilatdariya dewleta Turkiyê diyar bike. Nêzîkî 60 milyon dengdêr îro dê herin ser sendoqên hilbijartinan.

Li Bismilê leşkeran xwest dengan ji dêvla gel bikar bînin

li gundê Koperî yê navçeya Bismilê, fermandarê qereqolê “dengên vekirî” li gundiyan ferz kir, gef li gundiyan xwar û got: “Hûn ê dengê xwe tenê bidin cihekî. An jê ez ê ji dêvla we rengên we bi kar bînim.”

Şêniyekî gund û peywirdarê sindoqa gund ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin ev agahî da. (MA)

08.50
Li Mêrdîn û Şirnexê vê sibê baraneke gur dibare. Ligel vê yekê jî gel ber bi sindoqên dengdanê ve diherike.

 

08.30Partiyên ku beşdarî hilbijartinê bûne

AKP,  BTP, BBP, CHP, DP, DSP,  HDP, İYİ Parti, MHP, SP, TKP,  VP beşdarî hilbijartinê dibin.

AKP û MHP’ê bi nave “Îtîfaqa Komarê” li hev kirine û li piraniya bajaran li ser navê AKP’ê, li hin bajaran jî li ser navê MHP’ê berendam nîşan dane.

CHP û Îyî Partî jî li ser navê “Îtîfaqa Gel” li hev kirine, li piraniya bajaran CHP’ê, li hin bajaran Îyî Partî berendam nîşan daye û ew deng didin hev.

HDP’ê armanc kiriye ku li bijarên kurdan carek din bajar û navçeyan bi dest bixe, li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî li hin cihan berendam nîşan dane, li cihên din piştgirî dide berendamên demokrat.

 

Hevşaredaran deng da

Li Amedê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Hulya Alokmen û Selçuk Mizrakli deng dan. Mizraklik saet dor 7.30 hat Dibistana Seretayî ya Cemil Ozgur ku li lojmanên Zanîngeha Dîcleyê ye û li sindoqa bi nimreya 1152’yan deng da.

Alokmen jî li Kayapinarê, li dibistana Şehit Halit Gulser Kiz Anadolu İmam Hatip Lisesi li cem sindoqa bi nimreya 1263’yan deng da. Berendamên Kayapinara Amedê yên HDP’ê Keziban Yilmaz û Necati Pirinççioglu jî ligel Alokmen hatin û deng dan.

Çend wêne ji hilbijartinên Herîmî kû hevşaredarên Kurd bi cil û bergên xwe yên Netewî beşdarî prosesa hilbijartina Turkiye û Bakûrê Kurdisanê bûn.

 

Bajarên Mezin:
Li bajarên wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Entab, Riha, Mereş, Erzerom, Edene, Enqere, Stenbol, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denîzlî, Erzurum, Eskişehir, Entab, Hatay, Îzmîr, Kayseri, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Samsun, Tekirdağ, Trabzon gel dê ji bo Şaredarê Bajarê Mezin hilbijêrin deng bidin.
08.00
Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengdanê dest pê kir.

07.00

Li gor biryara YSK’ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) li Tirkiyeyê li bajarên wekî Semsûr, Agirî, Çewlig, Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzerom, Entab, Bedlîs, Culemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Şirnex,  Îdir, Erdexan, Artvin, Giresun, Gümüşhane, Ordu, Rize, Sivas, Trabzon, Bayburt û Kîlîsê dengdanê dest pê kir. Li van bajaran saet 16’an dê dengdan bi dawî bibe.

Back to top button