ÇalakîManşêt

PYD’ê civînek ji endamên xwe re li navçeya Eyn Îsa li dar xist

Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li navçeya Eyn Îsa, civînek ji hemû şaneyên xwe yên rêxistinî li da exist, da ku li ser geşedan û pêşketinên li ser qada siyasî û li ser bûyerên meydanî yên ku herêm tê de derbas dibe di dema dawî de biaxivin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, ku hemû endamên partiyê yên girêdayî bloka partiyê amedebûn, piştre rewşa siaysî ji hêla hevserokatiya nivîsgeha PYD’ê li Eyn Îsa hate şîrove kir.

Civîn li ser rewşa siyasî li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriya bi taybet hate şîrovekirin, piştre xebatên rêxistinî yên li ser asta kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê hatin nirxandin.

Di dawiya civînê de, endaman pêşinyarên nû pêşkêşkirin û plansaziyên pêşerojê ji bo firehkirina xebata rêxistinî bi awayekî baştir hate dayîn.

 

Back to top button