ManşêtNûçe

TEV-DEM’ê têkildarî kumkujiya li taxa Hilêliyê daxuyaniyek da

Dewleta Tirk a dagirker duh (sêşem) li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê bi balafireke bêmirov li dijî malbateke welatparêz komkujî pêk anî. Di êrişê de Yûsiv Gulo û her du neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn.

Têkildarî mijarê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da

Daxuyanî wiha hat:

“Dewleta Tirk careke din îsbat kir ku ew dewleteke terorîst e, bi rêya destwerdanên xwe yên hewayî, yên nerewa û derveyî tevahî qanûnên navneteweyî ku rê li ber dagirkeriya Tirk venakin ku destwerdana hewayî ji dewleteke derveyî sînorê wê re bike û bi balafirên keşfê komkujiyan li dijî sivîlan pêk bîne. Wekî her carê jî ji bêdengiya navneteweyî ya têkildarî operasyonên terorî yên li dijî gelê me sûd digire.

Asta sûcên hikumeta Erdogan a faşîst û terorîst ên dubare li dijî vîna gel, rojane berfireh dibe, her wiha ji ber li qadên navneteweyî bi bin ketiye û hevsengiya xwe ya navneteweyî winda kiriye, pêşketinên îradeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye qebûl nake.

Komkujiya du li Qamişloyê pêk hatiye komkujiyek tirsanek e ku di encama wê de 3 kes ji malbatekî şehîd bûn, kalemêrê bi navê Yûsif Gulo ku xwediyê kesayeteke welatparêz ê navdar ku tiştên giranbuha ji bo doza kurdî pêşkêş kiriye û alîkariyên madî û manewî daye çar parçeyên Kurdistanê.  Her dewleta Tirk bi vê rêbazê destdirêjî dike û malbatên welatparêz qir dike û dewleta Tirk ev kevneşopî jî ji bapîrên xwe yên Turaniyan girtiye.

Em wek Tevgera Civaka Demokratîk bi zêdebûna sûcên dewleta Tirk a faşîst di demên dawîn de li dijî vîna gelê me li Qamişlo, Kobanê, Til Temir û herêmên din, hikumeta Rûsyayê û Koalîsyona Navneteweyî wek berpirs dibînin ku nikarin sûcên Tirkiyê bisekinînin.

Her wiha em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku gefên dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdan in, lê belê li dijî hemû pêkhateyan in da ku destkeftî û pêşketinên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe. Divê li hemberî her gefekê em xwedî helwestên nîştimanî bin.”

ANHA

Back to top button