ManşêtNûçe

Prof. Paech: Abdullah Ocelan li herêmê kesayetekî bingehên e

Piştî belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê careke din bû xala bingehîn a rojeva Kurdan. Ji ber ku ji 27’ê Nîsana 2020’î û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin, fikarên li nava raya giştî ya Kurd zêdetir bûye. Yek ji zanyarên naskirî yê Elmanyayê Prof. Norman Paech bal kişand ser girîngiya mijarê.

Ji pisporên siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ji bo agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê wergirtin, divê tavilê heyetek biçe Îmraliyê. Ji bo Tirkiye gaveke bi vî rengî biavêje, Prof. Paech bi taybetî bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê kir û got, “Xuya ye barê rexnekirin û hişyarkirina rejîma Erdogan tenê ketiye ser milê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.”

ABDULLAH OCALAN LI HERÊMÊ KESAYETEKÎ BINGEHÎN E

Prof. Norman Paech bi bîr xist ku Tirkiye guh nade biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û wiha axivî: “Abdullah Ocalan ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha li tevahiya herêmê kesayetekî bingehîn û diyarker e. Bi fikir û pêşniyarên xwe şer û gelek krîzan dikare çareser bike. Saleke agahî ji kesayetekî bi vî rengî nayê wergirtin ku ev yek ji bo her kesî rewşeke nebaş e. Tenduristî û ewlekariya jiyanê Wî nabe ku bibe mijara nîqaşê, ji ber ku tiştek bê serê wî wê herêm bikeve nava felaketê. Lewma divê tecrîda li ser wî tavilê bê rakirin, divê fikrên wî bigihêje raya giştî.”

Prof. Norman Paech ku yek ji wan zanyarên Elman e ku bûyerên li Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û sala 1996’an li Şamê, sala 1999’an jî li Romayê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî rola Ocalan a li dijî krîzên li herêmê wiha axivî:

“Girtina mirovekî welê hêja bi 22 salan li girtîgehê, bi tena serê xwe sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Her wiha qutkirina pêwendiya wî bi cîhanê re, hiştina di binê îzolasyoneke giran de, vî sûcî girantir dike.”

ÊRIŞÊN LI SER HDP’Ê JI BÊÇARETIYA ERDOGAN E

Prof. Norman Paech li ser desteserkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î û girtina HDP’ê jî got, “Ev êrişên li ser HDP’ê ku hêza herî girîng a muxalefetê temsîl dike, bêçaretî û tengaviya Erdogan nîşan dide.” Prof. Paech bêdengiya hikumeta Elman û Yekîtiya Ewropayê ya li pêşberî êrişên desthilatdariya Erdogan bi gotinên giran rexne kir.

Prof. Paech got, “Ez nizanim ku Ewropa wê hîn heta kengî li bara Erdogan bêdeng bimîne. Nizanim ku ji bo dengê xwe lê bikin divê hîn çi bibe.” Prof. Paech destnîşan kir ku pîvanên azadî, demokrasî û mafên mirovan ên bi keda sedan salî li parzemîna Ewropayê hatin afirandin, bi bêdengiya li pêşberî dewleta Tirk tê binpêkirin.

Back to top button