ManşêtNûçeNûçeyên LezgînPYD

Peyama Enstituya Kurdî ya Brukselê ji bo 10 kongira PYD li Ewropa

Peyama Enstituya Kurdî ya Brukselê ji bo 10 kongira PYD li Ewropa

Hevalên hêja, mêhvanên rêzdar

Li ser nave xebatkar û endamên Enstituya Kurdî ya Brukselê spasiya we ji bo vexwendina beşdariya me di vê civînê de dikim.

Hêviyên me ji bo we hemû partî, sazî, kesayetî, şervan û kesên di nava xebata azadiyê de bi kurtasî pêkanîna dezgeheke neteweyî ya Kurdistan e.

Bê goman, ev hêvî ji PYD re jî sereke ye. Pêşgotineke me Kurdan heye “bila piçûkatî ji birayê mezin be”.

Di bihara 2018 de sê şandeyên siyasî ji Başûr, ji Bakur û ji Rojava hatin Brukselê. Bi her sê şandeyan re me beşdariya hevdîtina bi siyasetmedarên Beljîka re pêk anîn. Kes û berpiriyarên Beljîkî ku bi şandeyên me re rûdiniştin ji partiyên cûda bûn. Paş guhdariya derd û kulên me her sê caran van kesan ev peyam dida nûnerên me.

“Hûn Kurd, di herêmeke dijwar de ne Dora we bi dewletên xêrnexwaz dorpêçkirî ye. Di qada navneteweyî de jî berjewendiyên aborî, navdeletî, hêza leşkerî roleke herî mezin digrin.

Em wek kes, wek partiyên siyasî, sazî, bi were ne. Bi têkoşîna we re dost in, alîkar bin. Di her fersendê de jî bi serbilindî em xwe hevalbendên we didin xuyakirin. Gelek caran rayedarên dewleta Turk, Îran û dostên wan ji Ewropa û welatên din bi vê sekna me nerehet in. Em bersivên wan didin û piştgirtiya xwe ji were bi wan didin zanîn. Ji vê yekê şik nabin.

Lê gezinên me ji we jî hene. Çi dijwarî, çi tengasî hebe jî divê hûn hêzên xwe di hemû waran de li ser esasê berjewendiyên Kurdistanê li hev kom bikin. Em jî ne yek partî ne û daxwaza yekpartîbûnê ji we nakin. Lê berjewendiyên we yên neteweyî heman tişt in. Eger hûn bi hev bilebikin, nikaribin bi hevre tekoşîna xwe bidomînin kes nikare alîkariya we bike. Eger du yan sê şandeyên Kurd werin û sê daxwazên cuda ji me bikin nabe.

Dijminê we bi hêz in. Xêrnexwazên we gelek in. Lê dostên we jî hene. Ew, di têkoşîna we de li cem wene. Lê baş bizanin ku çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bi Kurdan ve girêdaye. Ew jî di rêya yekîtiya neteweyî re derbas dibe. Kilîta çareseriyê di destê we deye.”

Bi van gotin û hêviyan silav û hêviyên serketinê ji were dubare dikim.

Derwêş M. FERHO, serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

 

Back to top button