Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – Yekîtî bi peyamekê lidarketina 10`mîn kongira PYD`î li Ewropa pîroz kir.
Yekîtî diyar kir ku ev xebatên PYD`ê li Ewropa bi rêve dibe di xizmeta gelê Kurd`e ye û di xizmeta ziman û çanda Kurd`e ye.
Yekîtî di peyama xwe de tekez li ser wê yekê kirk u divê Efrîn bi tenê neyê hêlan û divê em bi giştî xwedî li Efrînê derkevin.
Partiya yekîtî ya Demokrat a Kurd di dawiya peyama xwe de ragihand ku ew serkeftinên Rojavayê Kurdistanê bi dest ketine û bi teybet hêzên QSD`ê û şervanên YPG`ê û YPJ`ê pîroz dikin û silav dikin.