ManşêtNûçe

Pervîn Buldan: Em ê hişmendiya qeyûman bi mîsogerî têk bibin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li dijî dagirkirina Şaredariyên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li Stenbolê, li avahiya HDP’ê daxuyanî da.

Buldan di axaftina xwe de got, ”19’ê tebaxê careke dî bi darbeyeke siyasî şiyar bûne” û domand, ”Ji vî alî ve dîroka Komara Tirkiyê dîroka darbeyan e.”
Buldan got, niha ya li pêşberî wan ”darbeya sivîl a AKP’ê ye.”

Buldan qeyûmên ku beriya niha anîbûn ser şaredariyên Kurdistanê bi bîr xist û got, ”Piştî hilbijartina 31’ê Adarê dîsa me darbeyeke dîtibû. Mazbatayên hin şaredarên me nedan. Bi îdîaya ku BHQ’yî ne nehiştin hin şaredariyên me werin ser şaredariyê, li şûna wan peywir dane hin namzetên di rêz duyan de û li şûna şaredarên me rûniştandin.”

‘EV DIZÎ YE’

Buldan darbeya 19’ê Tebaxê ya li Şaredariya Mezin a Amed, Mêrdîn û Wanê hatî kirin bi bîr xist û got, ”Ev dizî ye. Hikûmeta AKP’ê di serî de ji bo ku tengezariya xwe ya li polîtîkaya derve, problêm aborî, sosyal, siyasî li hemû qadan dijî ji bo ku binixumîne, niha em dibînin ku hişmendiya qeyûm û bi qeyûmê dixwaze desteser bike.”

‘EM Ê DESTÛR NEDIN KU ÊRÎŞÊ BIBIN SER VÎNA GEL’

Buldan bi domdarî got, temenê AKP’ê bihuriye, ew ê qet destûrê nedin ku desthilata AKP’ê wiha bi bêhedî êrîşê bibin ser gelan, ser gelê Kurdan, vîn û rûmeta gelê Kurd. Buldan got AKP ya li ber çûyinê divê êdî dawî li van diziyan, van nelirêtiyan bîne.

‘TOLA STENBOLÊ DIHILÎNIN’

Buldan her wiha encamên hilbijartina Stenbolê bi bîr xist, got ji bo tola Stenbolê hilînin dîsa hişmendiya qeyûm sazkar kirine û domand, ”Çawa ku em karîbûya ku Stenbolê bistînin, em ê karibin Amed, Wan û Mêrdînê jî bistînin. Heke 23’yê Hezîranê me Stenbol standibe, em dikarin Amed, Wan û Mêrdînê jî ji qeyûm bistînin.”

‘TIRKIYE WÊ JI AZMÛNA DEMOKRASIYÊ DERBAS BIBE’

Buldan bi domdarî got ji bo ku ev serkeftin bibe hewceyî pê heye ku mil bidin hev û bi hev re bimeşin û domand, ”Tirkiye wê ji azmûna demokrasiyê derbas bibe. Nexasim partiyên muxalîf ên li Tirkiyê,  mirovên muxalîf, çi kesê li dijî desthilatê, dilxwazin aştî û demokrasiyê divê em hemû bi he re tevbigerin. Tişta ku îro li me tê kirin helbet sibe wê li we jî were kirin. Heke em serkeftî ji vê azmûnê dernekevin dahatuya Tirkiyê wê tiştekî nede me. Helbet wê rojên tarî li benda me bin.”

BANGA LI KILIÇDAROGLU: BÊDENG NEMÎNIN!

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan herî dawî wiha got: ”Ev banga min bi taybetî li Rêzdar Kemal Kiliçdaroglu û CHP’ê û wan partiyan e ku komên li wan Meclîsê hene, yên li derveyî meclîsê, rêxistinên girseyî yên demokratî, parêzvanên demokrasiyê ye, divê em bi hev re ji vê azmûnê derkevin. Tişta ku îro bi me tê kirin helbest sibe wê li we were kirin. Heke îro em vê rewşê ranewestînin her kes wê bikeve nav vê xelekê. CHP û Kiliçdaroglu di nav de, em bang li her kesî dikin: Bêdeng nemînin. Miheqek gotineke we heye. Bi vê gotina xwe, em dikarin siberoja dahtuya  Tirkiyê, ji bo zarokên xwe bikin rojên xweş.”

Buldan peyam da ku ew ê bi mîsogerî hişmendiya qeyûm têk bibin û got, ”Rojên xweş bi mîsogerî wê yên me bin, em ê hişmendiya qeyûm bi hev re têk bibin.”

ANF

Back to top button