DaxuyanîManşêtNûçe

TEV-DEM: Destserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê dagirkirine 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikumeta AKP’ê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dagirkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê derbkirina vîna gelên Bakurê Kurdistanê û projeya wan e û ew jî derbeya siyasî ya faşîst li dijî demokrasiyê ye, lê belê bi rêbazekî nû ye. Bi wê re jî hemû qanûn, mîsaqên navdewletî û hiqûqî binpê dike.

Ev pêngava kirêt di encama hevgirtina faşîst û îslamiyan de û bi çavdêriya hikumeta dagirker a Tirkiyê ya netehmûlkirina encamên hilbijartinên şaredariyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, derket. Ji ber di hilbijartinan de windahiyên mezin ji bajarên stratejîk dan. Ev jî nîşaneya neqebûlkirina wan a encamên hilbijartinan e.

Careke dîtir hikumeta AKP’ê helwesta xwe der barê aştiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya nameya xwe ya pêşkêş kiriye ku li gel wî derfetên çareseriya demokratîk li Tirkiyê hene, sepand. Lê belê wan helwest û rêya herî xeternak a şerê li dijî vîna gelan hilbijart.

Ev rewş dê bi xwe re komkujî û girtinên bêserûber li dijî mafên gelê me pêk bîne.

Ev reftar û ûsluba ku aliyên îstîxbarata Tirkiyê û bi fermana Erdogan ya dagirkirina şaredariyan û qewitandina nûnerên vîna gel û bi sedan girtî, nakeve xizmeta rêgezên biratiyê û nirxên mirovahiyê. Lê belê dikeve xizmet û rajeya plan, projeyên dijmin û fîtneya di navbera gelên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ya di navbera Kurd û Tirkan de bi taybet.

Em wek TEV-DEM bi tundî van siyasetên hikumeta AKP’ê yên ferzkirina siyasetên hovane, çewisandin û çetetî li dijî gelê me, şermezar dikin.

Bang li civaka navdewletî, rêxistinên navdewletî û hiqûqê dikin ku bi erka xwe der heqê van kiryaran de rabin, fişarê li Tirkiyê bikin û xebata vegerandina şaredariyan ji xwediyên wan re pêk bînin.

Her wiha bang li gelê me li her derê dikin ku asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin da ku faşîst û siyasetên wan ên hovane yên şerê vîna gel têk bibin û tecrîdê bişikînin.”

Back to top button