DaxuyanîManşêtPYD

Îradeya gelan têk naçe

Faşîzma Tirkiyê 3 hevşaredarên ku ji aliyê gelên Bakurê Kurdistanê ve hatibûn hilbijartin ji karê wan dûr xistin û zilamên xwe li şûna wan bi cih kirin. Ji ber faşîzm gavên xwe her tim bê ser û ber in û bi pêngavên demokratîk îtîraf nake. Ji ber vê yekê bertekên demokratan ên redkirina li tevahî Tirkiyê û cîhanî derketin.

Tevî hemû rêyên şaş û rêbazên xapandinê, gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê karî di 50 şaredariyên li Bakurê Kurdistanê de di hilbijartinên herêmî de yên di 31`ê Adarê de pêk hatin biser bikeve. Dengên Kurdan roleke girîng di binketina faşîsta Tirkiyê di bajarên mezin li Tirkiyê de hebûn, bi wê yekê derbeyeke mezin li hemû Tirkiyê xwar. Ji ber vê yekê bi hovane der heqê hêzên demokratîk de û di serî de gelê Kurd kiryarên dermirovî pêk tîne.

Faşîzma li Tirkiyê dijminatiya ramanê Kurd e û  her wiha jî planên wê der barê têkbirina Tevgera Rizgariya Kurd û tinekirina gelê Kurd de ne. Bi sedema baweriya dijminatiya gelê kurd, heke gelê kurd li Kurdisrtanê yan jî li her cihekî cîhanî destkeftî bi dest xistin dijminê wê ye û ji xwe re hem siyaset hundirîn û hem jî ya derve di wê çarçoveyê de dixebitîne. Weke çawa niha em êrîşên wê li ser gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê dibînin.

Her wiha jî li asta herêmê jî dê Tirkiyê amade ye xwe li ber her tiştî bitewîne da ku gelê Kurd tu destkeftî û mafên kurdî bi dest nexin.

Ev gava ku faşîst a Tirkiyê pêk anî, gelê Kurd jê matmayî nema, ji ber ew rêya ku ji destpêka desthilatê Tirkiyê dike, dimesîne û desthilatiyê li ser  hemû hikumetên zagonsaz û dozger û rêveber dike. Faşîsta Tirkiyê di rêyeke ne li gorî pîvanên heyî û ne îradeya gelê ku li demokrasiyê û azadiyan dinêre de demeşe. Vîna gel ya xurt bi kîjan rêbazan dibe bila bibe naşike. Dibe bê nixumandin an jî paşguhkirin li gor demekê. Lê belê weke lehiyekê diherike û hemû qirêjiyan bi xwe re dibe sergûya dîrokê, heke rewş guncaw bû.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD`ê bi tundî tiştê ku hikumeta Tirkiyê li dijî HDP`ê pêk anî şermezar dikin. Em dibînin ku tiştê ku faşîsta Tirkiyê pêk anî karekî ku hemû pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan û gelan binpê dike. Heke civaka navdewletî di wê derbarê de bêdeng bimîne dê bi xwe re dijwarî û kerasetan li ser tevahî gelên herêmê bîne. Faşîst jî dê binpêkirinên xwe rewa bibînin û dê hovîtiya xwe li herêm û navdewletî zêde bikin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê

20 Tebax 2019

Back to top button