ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Pentagonê Diyar Kir ku Ewê Piştgiriya jibo HSD Bidomînin

Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîka (Pentagon) Adrian Rankine Galloway, da zanîn ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de ewê piştgirîya jibo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bidomînin.

Li gorî nûçeyeke Dengê Amerîka îro Galloway di hevpeyvîna bi kanala El-Hurra da diyar kir ku siyaseta wan ya piştgirîyê dide HSDê neguherîye.

Galloway got ku ”Ji xêncî alîkarîya bi êrîşên ezmanî, di operasyonên bejayî de em pêşnîyazan jî jibo fermandarên HSD’ê dibêjin” .

Berdevkê Petangon’ê bi berdewamî eşkere kir ku jibo Reqa rizgar bibe, ew him bi hikûmet û him jî bi leşkeriya dewletên NATO re hevkariyê dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Şêwirmendê Frmandariya Giştî yê Leşkerî yê HSDê Nasir Hecî Mansur, di hevpeyvînekê bi pişka Kurdî ya Dengê Amerîka gotibû ku piştgiriya rêvebirîya Donald Trump bi HSDê re di zêdebûnê de ye.

C. M

Back to top button