HemerengManşêtNivîskarNûçeyên Lezgîn

Franceschi: Bedewtirîn gotina min bihîstî HEVAL e

Şervanê YPG’ê û nivîskarê pirtûka “Heval Marcello” Karîm Franceschî got; “Heval gotina herî bedew e ku min heta niha bihîstiye. Tê wateya, kesa/ê tu jiyana xwe, qedera xwe pê re parve dike.”

Nivîskarê pirtûka “Heval Marcello” şoreşgerê Îtalyayî Franceschî li Rojava vegeriya. Franceschî ku tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bû, got “Şoreşa Rojava tê wateya hêvî ye; hêviya ji bo cîhaneke baştir.”

Şoreşgerê Îtalyayî Karîm Franceschî yê tevlî parastina Kobanê bû, di pirtûka xwe ya bi navê “Şervan-Çîroka Îtalyayiyekî ku Kobanê ji DAIŞ’ê parast” qala tecrûbeya xwe kir. Pirtûk ji aliyê Weşanên Ceylan ve bi navê “Heval Marcello” bi zimanê Tirkî hat weşandin.

Karîm Franceschî, piştî qutbûneke kurt ji nû ve li Rojava vegeriya û hê jî cihê xwe di nava têkoşîna dijî DAIŞ‘ê de digire.

Şoreşgerê Îtalyayî Karîm Franceschî, ji ANF’ê re qala pirtûka xwe “Heval Marcello” kir.

Franceschî ku fermandariyê ji Tabûra Enternasyonal a Antîfaşîst (AÎT) re dike dibêje, “Ez vê gavê nafikirim vegerim Îtalyayê. Di destpêkê de divê Reqa were azadkirin. Piştre em ê li rewşê binêrin.”

Franceschî diyar kir, berpirsyariyên wî yên li Rojava zêde bûne û got, “Ji her devera cîhanê enternasyonalîst serî li me didin, ji bo tevlî nava me bibin.”

‘Cihê ku divê lê bim ev der e’

Ji bo pirsa “Hûn çima li Rojava vegeriyan?” Karîm Franceschî vê bersivê dide: “Cihekî din ê divê lê bim, nîne. Cihê divê lê bim ev der e. Ti cihekî din ji bo jiyanê yan jî mirinê. Lê ev der heye. Yekane tişta girîng, mayîna li vir e. Hestên ku beriya niha berê min da Kobanê û yên ku ez careke din li Rojava vegeran, heman hest in. Bi dîtina min, wateya Şoreşa Rojava, hêvî ye; hêviya ji bo cîhaneke baştir.”

‘Min qala parastina Kobanê kir‘

Karîm Franceschî da xuyakirin, ku ew nivîskar nîne û ji bo pirtûka xwe ya li Îtalyayê gelekî balê dikişîne wiha got: “Di dema şer de min li Kobanê gelek hevrê nas kir. Piştre hin ji van hevrêyan şehîd bûn. Ji bo têkoşîna wan, karê wan, tevgera wan, xewn û xeyalên wan qeyd bikim, min biryar da ve pirtûkê binivîsînim. Min xwest Îtalyayiyên ciwan bi vê berxwedanê zanibin, hîn bibin.

Min xwest, xewn û xeyala berxwedana çend jin û mêran a li dijî dijminê bêrehm DAIŞ‘ê, ji ciwanên Îtalyayê re vebêjim.

Belê, pirtûk piştî ku hat weşandin li nava raya giştî deng veda. Di nava demeke kurt de bû yek ji pirtûkên herî zêde tê firotin. Li dehan lîseyan tevlî çalakiyan bûm û min firsend dît ku gelek ciwanan nas bikim. Di nava demeke kurt de min derfet dît ku li organîzasyonên ku wêjevan û rojnamevanên herî navdar ên welêt lê amade bûn, qala lehengên Kobanê, lehengiyên Kobanê bikim. Qet nedihat bîra min ku karibin bi vî rengî vebêjim.”

Franceschî anî ziman, ku ew kêfxweş e ji ber ku navê “Heval Marcello” li çapa Tirkî ya pirtûkê hatiye kirin û got, “Heval gotina herî bedew e ku min heta niha bihîstiye. Dema bi Îtalyayî tê tercûmekirin dibe ‘hevrê’. Yanî kesa/ê tu nanê xwe pê re parve dike. Bi Kurdî jî tê wateya, kesa/ê tu jiyana xwe, qedera xwe pê re parve dike.”

ARZÛ DEMÎR / ANF / STENBOL    

Back to top button