ManşêtNûçe

Partiyên Kurdî: Hevgirtin û têkoşîna hevpar rêbaza tekane ya şikandina dîktatoriyê ye

Partiya Biratî ya Kurdistanê(PBK), Partiya Komara Kurdistanê li Sûriyê, Partiya Yekitiya Niştîmanî ya Azad-Rojava, Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê û Partiya Têkoşîna Demokratîk daxuyaniyek hevpar dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Encamên aloziya dawî armanc û asta planên hikûmeta AKP‘ê ya dijberî demokrasî û mafên mirovan di hundirê Tirkiyê û Rojhilata Navîn eşkere kirin. Pişît ku xîbata leşkerî ya rejîma Erdogan paşde çû û asta gefên wî kêm bûn îspat bû ku îdeolojiya şovînîst, pêşverûya netewperest, hişmendiya hişk û mezhebperest çeka mirovên xwedî fikrên dîktatoriya şovenîst e. Ji ber ku ew hêzanan nikarin çareseriyekî ji aloziya welatê xwe re peyda bikin ji erkên xwe yên peydakirina ewlehî îstîqarê, parastina serweriya niştimanî, avakirina dewleteke sivîl demokartîk, têkoşîna li dijî gendeliya diravî û dozgerî û avakirina aboriyeke niştimenî pêşketî direvin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Erdogan hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derbasî derveyî sînorîn xwe bike da ku dengê tiyên kuştiyên mirovan li her deverê razî bikin, “Vaya hikumeta kujer “Rejîma Erdogan” piştî topbarankirina herêmên kurdî yên Herêma Kurdistana Iraqê, hedefkirina sivîlan, komkirina çeteyên qaşo bi navê artêşa watanî li ser sînorên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hincetên vala êrîşî Partiya Gelan a Demokratîk dike.”

Partiyan destnîşan kirin ku tecrûbeyên şînber diyar dikin ku aloziya Tirkiyê bêyî avakirina prosesa siyasî ya bi rêya lihevkirina bi pêkhatyên din re, guhertina rasteqîn veguhertin a ber bi demokrasiyê û avakirina siyasiyan li gorî pîvanên demokratîk ne pêkan e.

Partiyan her wiha diyar kirin ku çareserkirina krîza hundirîn a Tirkiyê bi serxwebûna dozgeriyê, îbtalkirina zangonên neyinî ên ku azadiya sivîl, çand, civak û siyaset asteng dikin û diyalogên aştiyane li gorî qanûnên netewî pêkan e û gotin “Doza gelê Kurd deriyê çareserkirina hemû pirsigrêkan, ji ber siyasetên rejîma Erdogan dozên bi Tirkiyê re nayên çareserkirin. ”

Partiyan di daxuyaniyê de bang li tevahiya partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên cîhanî û dewletên ku bi aştiyê bawer kirin ku hev du bigirin û pozbilindiya Erdogan û hikumeta wî ya faşîst rawestînin. Her wiha bang li azadxwazên Kurd kirin ku asta têkoşîna şoreşgerî li tevahiya herêmên kurdî û Tirkî ji Diyarbekir heya Enqere û Stenbolê mezin bikin. Partiyan gotin, hevgirtin û têkoşîna hevpar rêbaza tekane ya şikandina dîktatoriyê ye.

Back to top button