Li gorî ajansa ANHA yê Çavkaniyekî xwecihî ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê girê dîrokî yê Cirnas ê li rojavayê gundê Sinara yê navçeya Şiyê ya Efrînê bi alavên giran kolandin.
Heman çavkanî ragihandin ku dagirkeriya Tirk hemû şûnwarên di gir de dizîn û derxistin Tirkiyê
Beriya çend mehan jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê mezara Elî Dada ya dîrokî ya li gundê Senara yê navçeya Şiyê rûxandin û bargeheke leşkerî lê ava kirin.
ANHA