ÇalakîManşêt

Partiya me pêşwaziya Mustefa Qelecî dike li Helebê

Serokê Partiya Altaghyir wa Alnahdat Al Sûrî ” Partiya Guherîn û Hişyariyê ya Sûrî” “Mustefa Qelecî” serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokrat a Helebê kir, ji bo li ser geşdanên dawî yên siyasî li herêmêm biaxivin, û ji bo li ser rewşa heyî di siya zagona Qeyser nîqaş bikin.

Her wiha ji aliyê Endamên Meclisa Giştî yan partiyê li Helebê hat pêşwazîkirin ” Bedran Hemû, Emîna Bêrim, Mustefa Hemû, Nerkiz Bekir, Cîhan Hisên”, di destpêkê de Mustefa Qelecî endamên hibjarrtî yên di Kongreyên 8′ emîn de pîroz kir, piştre li ser rewşa dawî ya herêmê axuvî bi giştî û li ser qada Sûrî bi taybet di siya zagona Qeyser de, her wiha Qelecî destnîşan kir ku em weke partiyên netewên Sûrî divê em hevkariyê bikin bi gelê xwe re di vê pirsgirêkê de,  her wiha Bedran Hemû jî destnîşan kir  li ser pêwistiya diyalogên Sûrî-Sûrî di navbera partiyên Sûrî.

         

Back to top button