ManşêtNûçe

Li hesekê sûcên rejîma tirk li dijî tekoşerên kurd hat şermezarkirin

Li ser banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê meşek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li dijî çiyayên Kurdistanê û sûcên li dijî têkoşeran hate lidarxistin. Şênî û endamên saziyên sivîl tev li meşê bûn.

Meş ji pira Taxa Miftî destpê kir û şênî di nav kolanên bajêr de heta Navenda Çand û Hunerê meşiyan. Şêniyan wêneyên têkoşer Qasim Engîn rakirin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana wan berz kirin.

Meş li ber Navenda Çand û Hunerê rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Fatima Murad axivî û got: “Em êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî çiyayên Kurdistanê û hedefgirtina têkoşer û fermandarên ku ji bo azadî,  aştî û demokrasiyê tê dikoşin, şermezar dikin.”

Fatima wiha domand: “Ciwan û gelê me têkoşîna şehîdan ji bo azadiya gelên bindest berdewam kirin û dê çalakiyên xwe heta ku dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane radiwestîne, berdewam bikin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana zindanan bidawî bû.

ANHA

Back to top button