Nûçe

Partiya Çep : Em piştratin ku dê Kongira we biryarên durust bide

Partiya Çepa Demorak a Kurd li Sûriyê bi mebesta lidarketina kongira PYD`ê ya 10`mîn li Ewropa peyamek rêkir civata kongirê.
Partiya Çep di peyama xwe de, di serî de serkeftinên li Rojavayê Kurdistanê li dijî hêza terorê qaşo “Dewleta Îslamî” DAIŞ bi destketine pîroz kir û şervanên QSD, YPG`ê û YPJ`ê silav kir.
Partiya Cep daxuyakirin ku ev serkeftin ji bo hemû cîhanê destkeftiyeke mezine û divê hemû civaka navnetewî bi berpirsiyarî tevger bikin û her ligel Rojavayê Kurdsitanê alîkar bin, ta ku hemû bermahiyên terorê ji holê bêne paqijkirin û destkeftiyên di encama tekoşîna li dijî terorê bi destketine bêne misogerkirin.
Partiya Cep di peyama xwe de balkişand li ser aloziya Sûrî û careseriya siyasî ji bo pirsa Sûrî. Her wiha tekez li ser wê yekê kir ku bê Rêvebiriya Xerser a Demokrat li Rojavayê Sûriyê û Bakûrê Sûriyê weku hêzeke çareser li Sûriyê bête naskirin, pirsa Sûrî çareser nabe.
Partiya Cep rizgakirina Efrînê weku erke serke naskir û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve li Efrînê dest avêtên hemû kiryarên kirêt, mal û war talan kirin, ne mirov û ne kevir ji bela wan rizgar bû.
Di dawî partiya Cep balkişand ser wê yekê ku gelê Kurd di dîroka xwe de her çendê rastî rewşên zor û dijwar hat, her xwe li ser piya girt, li berxwe da û serkeftinên mezin jî bi dest xistin û ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku dê kongira PYD`ê wê li gorî pêwistiyê demê biryarên rast û durust bigre.

Back to top button