Îro partî û hêzên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriya ji bo şermezarkirina Komkujiya Cindirêsê û daxwaza rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û tevahiya Bakurê Sûriyê, li ber baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo çalakiyek protestoyê li dar xistin.
Di çalakiyê de daxuyaniya ku Partiyên Siyasî li bakur û rojhilatê Sûriya derxistibûn hate xwendin.
Naveroka daxuyaniyê:
Di şerekî hovane de komeke leşkerî ya girêdayî Ehrar el şerqiye a terorîst ê girêda ya bi navê artêşa niştimanî ya sûriyê, gule barankirin li ser komek ji gelên kurd di dema vêxistina agirê Newrozê de li bajarê Cindêrisê ya girêdayî Efrîna dagirkirî, ev tişt bû sedema bekrwankirina çar kesan û birîndarkirina gelek mirovan.
Ev karê tawankirî rastiya tiştê ku di herêmen dagirkirî de çêdibe ji aliyê hêzên tirk û çeteyên wê derdixe holê, bi taybetî li herêma Efrînê, ya ku ev pênc sal kuştin, îşkencekirin, talankirin û girtin ji aliyê van çeteyan û ji bermahiyên DAIŞ, El Nûsra û komên terorîst ên ku tirk wan anîne van herêman çêdibe, her wiha anîna malbatên komên çekdar û bicîkirina wan di malên kurdan de, ev hemû tê di çarçoveya guhertina demografiya sîstematîk a wê herêmê de.
Tirkî weke dewleteke dagirker her wiha “koalîsyon” weke perdeyeke siyasî ji bo dagirkeriyê berpirsyarin ser vê tawanê û trajîdiyên din yên ku di wan herêman de çêdibe, çi hewildanên û pêşinyarên ji bo bêsûciya wan û girêdana vî karî tenê bi girûpekî çekdar ve ew tenê dorpêçkirina rastiyane û sextkirina rastiyê ji bo gelê herêma Efrînê û herêmên dagirkirî ên din ji bakurê Sûryayê.
Em partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê di dema ku em rehma xwe li ser giyanê pekrwana dikin, ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin, em bang li civaka navnetewletî bi taybetî jî Encûmene Ewlekariyê, Amerîka û Rûsyayê ku bi lez tevger bikin ji bo bidawîkirina dagirkeriya tirk li ser Efrînê, Girê spî, Serê kaniyê û tevahiya Bakurê Sûryayê, û tesnîfkirina çeteyên Artêşa Netewî bi hemû pêkhateyên xwe yê girêdaya koalîsyona Sûryayê weke rêxistinin teror, li gorî ku karê wan ne cuda ye ji karên desteya Tehrîr Al Şam û ne ji karê terorîstên DAIŞ, û em bang li hemû gelê Sûryayê dikin ku tekoşînê mezin bikin ji bo bidawîkirina dagirkirina tirk li ser erda Sûryayê.
Ev tawankirin tê xuyakirin giringiya lezkirina pêkanîna biryara neteweyên yekbûyî 2254 û gihîştina çareseriyek dawî ji krîza Sûriyê, bi riya parvekirina hemû Pêkhateyên Sûriyê di nava diyalogê de, ta bighêjin daxwazên xwe ji bo gihîştina welatekî demokratîk, parlementerî, pir alî û nenavendî ji bo ku hemû Pêkhateyên wî bi edalet, azadî û wekheviyê jiyan bikin.
şehîd rûmeta meye, saxin ti carî namirin
Bimre zordarî… mirin ji tawan barare
Her newroz û gelê Kurd û gelê Sûryayê bi xêr be
Partiyên siyasî di bakur û rojhilatê Sûryayê de
1-Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD
2- Partiya Keskan a Demokratîk
3- Partiya Aştiya Demokratîk Ya Kurdistanê
4- Yekîtiya Lîbral Ya Kurdistanî
5- Partiya Komunîstî Kurdistan
6- Partiya Demokratî Ya Kurdistanê-Sûriya-
7- Partiya Demokrat a Kurdê Sûrî
8- Partiya çep a Kurd li Sûriyê
9- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
10- Partiya Sûriyeya Pêşeroj
11- Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê
12- Tevgera Nûkirina Kurdistanê
13- Yekîtiya kedkarên Kurdistanê
14- Destya Nêştmanî ya Erebî
15- Partiya Nûjen û Demokrasiyê ji bo Sûriyê
16- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd Sûriyî
17- Tevgera Çaksazî -Sûriye-
18- Partiya Asûriy a Demokrat
19- Partiya Biratî ya Kurdistanî
20- Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê
21- Tevgera Civaka Demokratîk TEV_DEM
22- Kongra Star
23- Partiya Muhafizîn
24- Partiya Têkoşîna Demokratîk
25- Şepêla Pêşeroja Kurdistanê
26- Partiya Demokrat a Kurdistanê- Rojavayê Kurdistanê-
27- Desteya Hevrêziya Niştimanî- Tevgera Guhertina Demokratîk
28- Partiya Yekîtiya Suryan
29- Partiya kumbûna Niştimanî ya Kurdistanê
30- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê- El-Partî
31- Partiya elwehdê ya Demokrat a Kurd li Sûriyê- Yekîtî
32- Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriyê