ManşêtNûçe

John Kirby: Washington mîsyona têkbirina DAIŞʹê pabend e 

Koordînatorê Peywendiyên Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di hevpeyvînekê li gel kenala CBS de got, welatê wî bi Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk re bi mîsyona têkbirina DAIŞʹê pabend e. Her wiha ragihand ku kêmî hezar leşkerên DYAʹyê vê mîsyonê li Sûriyeyê pêk tînin.

Kirby anî ziman, eger serok Joe Biden pêwîstî bi parastina hêzên Amerîka û baregehên wan bibîne,  DYAʹê îhtîmalên pêkanîna êrişan li dijî komên alîgirên Îranê dûr naxe.

Piştî êrişên li dijî baregehên hêzên Amerîkayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DYAʹyê ragihandinbû ku dê hêzên xwe yên li Sûriyeyê biparêze.

Back to top button