ManşêtNûçe

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku biçin Îmraliyê.

Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2’ê Gulan, 22’ê Gulan, 12’ê Hezîran, 18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê  bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersiv hatin hiştin.

Back to top button