ManşêtNûçe

Çalakiyên HRE’yê didomin

Di çalakiyên dawîn ên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de li Efrînê 7 çete hatin kuştin û 19 çete jî birîndar bûn. Her wiha HRE’yê di daxuyaniya xwe de ragihand ku erebeyeke çeteyan jî hatiye rûxandin û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber berdewam dike.

Di daxuyaniya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Roja 16’ê Adarê hêzên me li Efrînê li hemberî bendeke kontrolê ya çeteyan çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 4 çete birîndar bûn.

Roja 18’ê Adarê hêzên me li navenda bajarê Efrînê rêzeçalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encama wan çalakiyan de 6 çete hatin kuştin, 15 çete jî birîndar bûn.

Li gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê hêzên me li hemberî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 1 çete hat kuştin û wesayitek hat rûxandin.

Bi giştî di encama çalakiyên 2 rojan de 7 çete hatin kuştin, 19 çete jî birîndar bûn.

Artêşa dagirker û çeteyên wê gundên herêmên Efrîn û Şehbayê bê navber bombebaran dikin.”

 

Back to top button