ManşêtNûçe

Meclîsa Jinan: Berxwedana li dijî hovîtiya dewleta Tirk wê mezin bibe

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek weşand.

‘DAGIRKERÎ, TALAN Û KOMKUJÎ…’

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk bi navê êrîşa “Şaxê Zeytûnê” di sala 2018`an de Efrîn dagir kir û aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû, anku berjewendî, îradeyên herêmî û navdewletî rastî hev tên û hesabên mezin derdikevin holê ku pêşeroja Rojhilata Navîn dê heta bi salan dirêj bike. Dewleta Tirk ne tenê kantona Efrînê dagir kir, lê belê bi êrişa “Kaniya Aştiyê” Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kirin û karesat li dijî gelên Sûriyê pêk anî.

Di hemû komplo, dan û standinên bi armanca çareseriya aloziya Sûriyê de, dewleta Tirk roleke sextekar lîstiye, ji kongreyên Cinêvê û Soçiyê bigire heta bi kongreyên Astanayê, bi van kongreyan bi îdiayên”herêma ewle” hewl dida herêmên Sûriyê dagir bike, lê di rastiya xwe de ev jî cureyekî dagirkirinê ye, da ku ev herêm bibin cihê komên terorîstên çekdar, baregehên perwerdekirinê û parastina dewleta Tirk bikin.

Ji bo temamkirina rola Tirkiyê li dijî gelên Sûriyê êrişî bajarê Idibê dike û bi vê yekê derbekirina hemû hevpyem û belgeyên navdewletî dike, lê dîsa jî dewleta Tirk van hemû êrişan di bin navê parastina ewlehiya neteweyî de dike.

Dewleta Tirk bi îdiayan, xaka Sûriyê dagir dike û mafên mirovan li hemû bajarên dagirkirî binpê dike, dijminatiya dewleta Tirk mirov û keviran dide ber xwe û çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anî, komên çekdar ên terorîst bi kar anî, êdî têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi komên çeteyan re eşkere ye ku ew di nava lîsteya terorê de ne.

Li hemberî êrişên dewleta Tirk em dibin şahidên bêdengiya civaka navneteweyî û bê dadweriya li hemû bajarên dewleta Tirk dagir kirine.

Jinên li Efrînê rastî îşkenceyê hatine, hatin qetilkirin, koçberkirin, revandin û êrişên cinsî li dijî wan hatin kirin, cîhan pêkve kiryarên çeteyan ên li dijî cenazeyê şehîd Barîn a ku parastina xaka Efrînê û xelkên wê kir, pêk anî, ji bîr nekiriye.

Her çi qasî lihevkirin û helwestên der barê dagirkirina Efrîna Sûriyê de hebin jî gelên Sûriyê dibin qurban û di pêvajoya 9 salên derbasbûyî de temenê vê yekê didin.”

Em jî wek Meclisa Jinan a Sûriyê dibînin ku hewcedariya Sûriyê bi lêgerîna hevpeymanên hevbeş ên di navbera gelên Sûriyê de heye, divê dûrî nîjadperestî, neteweperestî yan jî îdeolojiyê bikevin û projeyeke ku ji nû ve peywendiyên gelên Sûriyê çêke û Sûriyê ji dagirkerên biyanî rizgar bike, ava bikin.

Em di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û saziyên wê dikin ku alîkariya Sûriyê bikin û gefên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê sînordar bikin, bêyî şert û mercan dagirkeriyê ji xaka Sûriyê derxin, xaka Sûriyê li sûriyan vegerînin, hesabên binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bixwazin.”

 

Back to top button