Nûçe

Obama: “Êdî emê bi YPGê re kar bikin”

Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand, di çarçoveya bernameya perwerdekirin-çekdarkirina dijbereya Sûriyê de êdî dê bi hêzên kurdî (YPG) re kar bikin.

 

Barack Obama di Koşka Spî de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, êdî ji vir û pêve dê li cihên ku bernameya perwerdekirin-çekdarkirinê serkeftî be, binêrin û got, mînak; emê bi wan hêzên Kurdî yên ku di şerê DAIŞê de serkeftî ne, re kar bikin.

Li gorî Serokê Amerîkayê, şerê Sûriyê, şerê Amerîka û Sûriyê nîne, lê şerê gelê Sûriyê û rêjîma hov û dîktator a Sûriyê ye.

Wekî din li gorî nûçeya malpera Sputniknewsê di berdewamiya daxuyaniya Barack Obama ya li ser Îran û Rûsyayê gotiye kû, ew piştevanên sereke yên rêjîma Sûriyê ne weha jî got, siyaseta Rûsya û Îranê li Sûriyê ti encamekî bi xwe re nayîne û dê bibe bela serê wan welatan ji ber wê jî divê welatên han siyaseta xwe biguherînin.

Obama her wiha anî ziman ku wî ji Serokê Rûsyayê Pûtîn re gotiye, jinavbirina DAIŞê bi sûda Amerîka, Rûsya û tevahiya cîhanê ye û got, lê Pûtîn ferqê naxe navbera DAIŞ û hêzên lîberal ên dijbereya Sûriyê û hemiya terorîst dibîne. Helbet ez vê yekê qebûl nakim.

J. Miral

Back to top button