NûçeXweserî

Li Kobanê bi Kurdî dibistan vebûn

Serdema nû ya perwerde û hîndekariyê li Kantona Kobanê li 257 dibistanan dest pê kir. Li Girê Spî yê ji çeteyan hatibû rizgar kirin piştî çar salan dibistan hatin vekirin.

Li Kobanê sala nû ya xwendinê destpê kir, li gorî metriyalê nû 257 dibistanên Kantona Kobanê deriyên xwe li qederê 5 hezar şagirtî, vekirin. Doh li  gorî meteriyalên nû 257 dibistanên li tevahiya Kantona Kobanê deriyên xwe li qederê 5 hezar şagirtî, vekirin. Ji dibistanên ku hatin vekirin, 7 li navenda bajarê Kobanê û 250 jî li gundên Kobanê ne. Her wiha ji aliyê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ve îro  dest bi belavkirina pirtûkan li şagirtan hat kirin.

Şagirtên qonaxa seretayî ya ji refa 1 heta 6’an wê perwerdeya bi meteriyalê zimanê Kurdî bibînin. Her wiha wê waneyên zimanê erebî û inglîzî jî di refên 4’an û jor ve bêne dayîn. Piştî navbera ji ber şer, bi destpêkirina sala nû re zarokan bi coş berê xwe da dibistanan.Biryar bû ku dibistan 1’ê  cotmeha 2015’an ango roja çarşemê bihatina vekirin, lê ji ber ku ew roj di  nava hefteyê de bû ji aliyê komîteya perweredeyê ve hatibû paşxistin. Doh dibistan hatin vekirin.
Herweha dibistanên Girê Spî jî deriyên xwe vekirin

Piştî bêperwerdemayîna 4 salan 122 dibistanên bajarê Girê Spî deriyên xwe ji 7 hezar û 500 şagirtî re vekirin.Piştî ku Meclîsa Rûspiyên bajarê Girê Spî bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk di 6’ê îlona 2015’an civîna xwe li dar xist, Komîteya Perwerdeyê hat avakirin. Komîteyê dest bi amadekariyên bingehîn ên vekirina dibistanan, erkedarkirina momosteyan û tomarkirina navê şagirtan kir.Doh 126 dibistanan 122 dibistanên bajarê Girê Spî deriyê xwe li şagirtan vekirin. Ji wan dibistanên ku nehatine vekirin, 3 ji wan hatine rûxandin. Ew jî dibistanên gundê Serzorî, Eyn El- Arûs û Ehmediyê ne. Her wiha dibistana El- Ehmed jî mayînkirî ye. Piştî ku dibistanan deriyê xwe vekir, îro danê sibehê 7 hezar û 500 şagirt û 500 mamosteyan berê xwe da dibistanan.

Cîgirê Serokê Desteya Perwerdeyê Osman El- Şêx diyar kir ku momoste û şagirtan bi coşeke mezin berê xwe daye dibistanan.Şagirt wê perwerdeya xwe bi materyalê zimanê Erebî bibînin. Di demên pêş de wê waneyên zimanê Kurdî jî bên dayîn.

J. M

Back to top button