Di bin drûşmeya “Ol ji bo yek kesî ye, demokrasî ji bo hemûyan e” şandeyek ji nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê tevlî kongreya 6’emîn a Platforma Dabran, û Çaremîn Konferansa Navneteweyî ya li ser Femînîzma Ronahî.
Kongreya 6’emîn a Platforma Dabran, û Çaremîn Kongreya Navneteweyî ya li ser Femînîzma Ronahî li bajarê Silêmaniyê hat li dar xistin, bi tevlîbûna çend partiyan, kesyaetên siyasî, Akadîmî, rêxistinên jinan û rêxistinên civala sivîl, ji her parçeyên Kurdistanê, û li Îraqî û çend dewletên din, di kongreyê de gelek danişînên têkildarî “Ol, ronakbîr, zanist û teknolojî, tundî û şoreşê” û mijarên din ên girêdayî jinan, “ji wan jin û huner û têgihîştina laş, jin û nasnameya siyasî, û jin, medya û siyaset” hatin nîqaşkirin.
Kongre îro bi komek pêşniyaran li ser pirsgirêkên gel xebatên xwe bi dawî kir.