DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), gelên herêmê û azadên cîhanê bi boneya 17’emîn salvegera şehadeta komek ji rêveberiya partiyê şehîd “Şîlan Kobanê” û hevrêyên wê (Cemîl, Zekeriya, Ciwan , Fuad) bi bîr anîn, di 29’ê Mijdara sala 2004’an de di kemînekê de ji hêla zîhniyeta şovenîst a Baasî û Turan û komeke ji çeteyan li bajarê Mûsilê yê Iraqê, li ser rêya vegera bo qada şer li Rojava (bakur û rojhilatê Sûriyê).

Em di nava şoreşeke civakî, exlaqî, siyasî û demokratîk de dijîn, ji bo avakirina Sûriyeke piralî û nenavendî, tevî hewldana hin hêzan ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev proje çareseriya hemû pirsgirêkan e dubendiyên gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Ermenî û yên din, ev proje çareseriyek berfireh e ji bo bidestxitina îstiqrar û dadmendiya civakî ji bo tevahiya Sûriyê û gelê wê ye û ev yek bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gelê me li dijî hemû komplo, pîlan û terorîstan tê, rêxistin û hemû lîstokên deshilatdariya Şam û Enqereyê, û hewldanên têkbirina mafên me yên rewa û îradeya gel li bakur û rojhilatê Sûriyê, ev komplo çi ji hundir an ji derve bin wê bi ser nekevin, em tekez dikin ku em amade ne ji diyalogê re bi hemû aliyan re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya aştiyê û demokratiyê, bi awayekî ku mafên pêkhateyên gelê me li bakur û rojhilatê Sûryê were misogerkirin.

Em di Partiya Yekîtiya Demokratîk de tekez dikin ku şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalên wê dîrokek nû û destaneke nû ya destanên gelê me di dîroka gelan de tomar kir, ev bîranîn wê di dil û mêjiyê gelê me û nifşên ku heta niha ala azadî û demokrasiyê bilind dikin de nemir bimîne, sekna xwe ya li ser şopandina şopa şehîdan heta pêkanîna xeyalên şehîdên me tekez dikin, di avakirina civakeke exlaqî, demokratîk, piralî, nenavendî de, bi piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ku weke modelek ji bo çareseriya Sûriyeya pêşerojê, em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî dagirkeriya Tirk a ku destûrê dide hemû qedexeyan li ser gelê Sûriyeyê, rawestin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

2021-11-28

Back to top button