ManşêtNûçe

Nadine Maenza: Li Sûriyê Rêveberiya Xweser hikumeta serkeftî ya tekane ye

Nadine Maenza piştrast kir ku pêwîst e hikumeta Amerîkayê stratejiya xwe ya tabyet a li Sûriyê biguhere û wiha domand: “Ne pêkan e ku nirxên opozîsyona Sûriyê û yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heman bin an jî ew bibe pêşeroja Sûriyê. Li Sûriyê Rêveberiya Xweser hikumeta serkeftî ya tekane ye”.

Cîgira serokê Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Maenza di hevpeyvînekê li gel ANHA`yê de der barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî de axivî.

Li ser tecrubeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriya Nadine wiha nirxand: Ez avabûna Rêveberiya Xweser li herêmên erebî yên xwedî taybetmendiyên olî piştî ku ji DAIŞ`ê rizgar bûn, bibînim tiştek gelek xweş e. Pirrengiya nejadî, wekheviya di navbera her du zayendan de li ser tevahiya astan, beşek nayê parçekirin ji vê rêveberiyê ye. Li ser asta gel ev demokrasî rê dide gel ku nêrînên xwe parve bikin. Ev yek jî li Rojhilata Navîn, rêveberiyeke nû ye.

Nadine bertekên li ser naveroka rapora ku wê di civînan de pêşkêş kir wiha axivî: Ji dema ku ez ji Sûriyê vegerîm, min der barê mijarê de bi gelek endamên Senato, karmend û berpirsên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re nîqaş kir û di gelek boneyan de jî axivîm.

Min encamên civînên xwe bi gelek rêveberên sivîl, oldar û berpirsên hikumetê re parve kirin, her wiha li ser çawaniya birêxistinkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa xiristiyanan, êzidî û pêkhateyên olî yên dîtir jî nîqaş kir.

Di rapora salane ya Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî (USCIRF) de ku di Nîsana par de derketiye, me wesiyet kir ku divê hikumeta Amerîkayê piştevaniya Rêveberiya Xweser bike. Em pir bi çoş in ku vê yekê bibînin. Ew dê gotina ku tenê Amerîka wek artêş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere.

Nadine Maenza  derbarê parastina DYA’yê li hember kêmneteweyan û olan de wiha got: Sedema din a serdana min ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, min xwest ku bal bikşînim ser sûcên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê pêk tîne, bi taybet ên li dijî êzidî, xiristiyan, Kurd û jinan. Lê ji bo sedemeke nediyar, DYA û civaka navneteweyî pêkhatina van sûcan paş guh dikin. Lê dem hatiye ku rewşa li herêmê û rûdanên ku pêk tên di ber çavan re werin derbaskirin.

DYA`yê wek bertekekê li dijî rejîma El-Esed her tim piştgiriya hevalbendiya opozîsyona Sûriyê ya ku dewleta Tirk desteka wê dike, kir.  Dema ez li Sûriyê bûm, serokê Îtîlafa Nîştimanî ya hêzên şoreş û opozîsyona Sûriyê Nesir El-Herîrî serdana Efrînê kir û pesna azadiya olî ya li wir kir. Lê piştî wê bûyerê dîmenek El-Herîrî bi Hatim Ebû Şaqra re yê ku dema kuştina Hevrîn Xelef amade bû, belav bûn.

Di dawî de Nadine Maenza li ser pêkanîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe çareseriya aloziya Sûriyê piştrast kir ku: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Sûriyê hikumeta serkeftî ya tekane ye. zêdetirî nîvê Sûriyê bi rêve dibe, gelo çawa tê dûrxistin, li şûna ku bibe beşek ji çareseriya siyasî ya li aloziya Sûriyê?

Komîteya Amerîkayê ya Parastina Azadiya Olan a Navneteweyî (USCIRF) şîret li hikumeta DYA’yê kir ku divê Rêveberiya Xweser di tevahî çalakiyan de li gorî biryara NY’yê ya bi hejmar 2254’an û danûstandinên Cinêvê de beşdar bike.

Li herêmên Rêveberiya Xweser şertên herî guncew ên azadiya olan û wekheviya di navbera her du zayendan de peyda dibin. Ev yek hebûna ewqas dijminan, şîrove dike.

USCIRF li hikumeta Amerîkayê wesiyet kir ku ji aliyê siyasî ve bi Rêveberiya Xweser weke hikumeteke herêmî û rewa itîraf bike. Li gel ku heta niha tu çareseriyeke diyar ji gelê Sûriyê re tune ye, lê çareserî diyar e ew jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Back to top button