ManşêtNûçe

Çalakvanên Kurd û Ewropî banga darizandina berpirsiyarên kuştina çalakvanan (Sakina, Fidan, Leyla) dikin

Çalakvanên kurd û Ewropî li her du bajarên Almanya Frankfurt û Munîh protosto kirin, bi hatina salvegera salane ji şehadeta her sê çalakvanên kurd ( Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez) li paytexta Fransayê Parîs di dîroka 9 çileya sala 2013’an.

Çalakvanan sûcê kuştinê şermezar kirin, û xwestin ku berpirsên kuştina her sê çalakvanan pêşkêşî Dadgeha Navneteweyî bikin.

Di der barê protestoyê de, çalakvanan wêneyên çalakvanên kurdî bilind kirin, û pankartên li ser nivîsên şermezarkirina sûcê û ne muhasbkirina tawanbaran heta niha.

Çalakvanan daxwaz kirin bi pêşkêş kirina berpirsyarên sûcê li dadgeha navdewletî, û desthilatdara Fransî berpirsyar kirin li ser ne eşkere kirina wan li ser aliya ku ev sûc pêk anî( Îşaret hat kirin li ser îstxbarata Tirkiyeyê).

Her wiha hejmarek ji çalkavanên jin û xort li pêşiya qunslixaneya Fransî li Munîh ya Almanî kom bûn, di protestoyekê ji hêla Tevgera Jina Kurd li Eworpa TJK-E pêk hat.

Organîzatorên protestoyê belavokên ku hûrguliyên kuştina sê çalakgeran tê de belav kirin û daxwaza ku kiryar derxînin pêş dadgehên navneteweyî.

ANF Images
Back to top button