ManşêtNûçe

Bîranîna her Sê şehîdan “Sakîna, Fîdan û Leyla” li Şedadê

Saziyên Rêveberiya Xweser roja çarşemê di dîroka 2021-1-6, şehîda Sakîna Cansiz û rê hevalên wê Leyla û Fîdan bi bîr anîn, bi dehan ji endamên sziyên Sivîl, Leşkerî û meclisa navçeya Şedadê ji bo bîranîna Sakîna û rê hevalên wê û qurbaniyên ku pêşkêş kirin ji bo azadî û rûmetê kom bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre rêveberiya navçeya Şedadê “Nisrîn Cûdî” axivî li ser rola her Sê şehîdan, yên bûn mîrateya ji şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriya, û mînak ji jinên cîhanê re bi giştî her wiha ew şehîda Hevrîn û yadê Eqîde jî bi bîr tînin û hemû şehîdên berxwedana Serêkaniyê yên dengên wan gihaşt cîhanê di der barê berxwedana ku pêk anîn, tekez kir ku divê ew berxwedan di pirtûkên dîrokê de were nivîsandin, îşaret kir ku serkeftina ku şoreşa bakur û rojhilatê Sûriya bidest xist îsbat kir ji hemûyan re ku em yek gelin cudahî di navbera tu pêkhateyan de tune ye, me karîbû bi riya yekbûna xwe hemû siyasetan bighurînin, bi taybet piştî destwerdana Tirkiyeyê ji xaka me, di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku eger em li dîrokê vegerin em ê kumkujiyên ku dagirkeriya Osmanî der heqê gelê Sûriya bibîr bînin, û îro bi bîranîna me ji şehîdan Sekîna, Leyla û Fîdan em tekez dikin ku em ê li ser riya wan bişopnînin ji bo azadî û demokrasiyê.

Bîranîn bi girtina ramanên guhdaran ên di derbarê berxwedan û fedakariya şehîd Cansiz û hevalên wê de, û nîqaşkirina wan bi dawî bû.

Back to top button