NûçeNûçeyên LezgînPYDXweserî

Muslim: Hevdîtinên Astana wê bi ser nekevin

Hevserokê PYD′ê Salih Muslim got ku civîna Astana yek ji lîstokên hêzên navneteweyî ye, her wiha da zanîn ku kes nikare wan ji çareseriyên siyasî yên ji bo Sûriyeya pêşerojê dûr bixe.

Hevserokê PYD′ê Salih Muslim di duyemîn kongreya PYD′ê ya ku li bajarê Dirbêsiyê hat lidarxistin de, axivî û got ku civîna Astana ya ku dê li demeke nêz de were lidarxistin, lîstokeke navneteweyî û biser nakeve.

Wekî din Salih Muslim anî ziman ku dijminên mirovahiyê û yên gelê Kurd hewil didin emperetoriya Osmanî ya nû û ya Farisî ava bikin û wiha domand: ″Ev alî dixwazin li Sûriyê bigihêjin berjewendiyên xwe. Ev yek nakeve di xizmeta berjewendiyên gelê herêmê de. Dûrxistina me ji civîna Astana yek ji planên ne, ji ber ew dizanin ku xwesteka me azadî û avakirina Sûriyeke demokratîk e.″

Muslim da zanîn ku heta ku hebûna wan li ser rûyê erdê heye, kes nikare wan ji çareseriyên siyasî yên ji bo Sûriyê pêşerojê dûr bixe û wiha pê de çû: ″Armanca me ew e ku gel bi xwe bibe xwe xwedî biryar û çarenûsa xwe bi xwe diyar bike.″

Hevserokê PYD′ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê serkeftinan bidest bixin û ev tişt got: ″Baweriya me heye ku dê demokrasî û biratiya gelan  biser bikeve.″

(mm)

Back to top button