ManşêtNûçe

Kordînasyona giştî; 3`yemîn salvegera ragihandina Rêvebiriya Xweser pîroz kir

Kordînasyona giştî ya Rêveberiya Xweswer a Demokratîk 3`yemîn salvegera damezirnandina Rêveberiya Xweser li tavahî pêkhateyan pîroz kir.

Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser a her Sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanî û Efrînê) têkildarî sêyemîn salvegera dameziranina Rêveberiya Xweser civîna çapemeniyê lidar xist. Civîna çapemeniyê piştî civîna salane ya Kordînasyona sê kantonên Rojava ku bi armanca nirxandina xebatê sala 2016ʹan û destnîşankirina bernameya sala 2017ʹan hate lidarxistin, li navenda Kordînsayonê hate lidarxistin.

Daxuyaniya civîna çapemeniyê ji aliyê  endamê Kordînasyona Giştî ya Sê kantonan û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

ʺDi sêyemîn salvegera Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a sê katonên Rojava (Cizîrê, Kobanê û Efrîn) û ragîhandina Fedraliya Bakurê Sûriyê de pêwîste em geşedanên 6 salan ên aloziya Sûriyê bibîr bixin. Pêwîste em bi çavekî rexneyî û rast li siyaset û prrojeyên hêzn sereke ku cihê xwe li ser xaka Sûriyê digirin, binerin.

Rêjîm û opozisyon hîn jî li gorî zihniyet dewleta netewî tevdigerin û dixwazin desthiladariyê bi dest bixin, vê yekê aloziya li Sûryê hîn kûrtir kir û dermankirina wê hîn zehmetir bû. Di vê navber de derketina Rêveberiya Xweser ku di malzaroka Netewya Demokratîk de derket. Şirîkatî û jiyana hevbeş derxiste pêş. Rola civakê bi vê yekê hîn pêş de çû û destkeftiyên mezin di sta ewlekariyê, xweparstinê û şerê li dijî terorê derket hatin bidestxsistin. Di heman demê de saziyên Rêveberiya Xweser bi sê meclîsên wê hatin avakirin û rola wan di nava civakê de di aliyê xizmetgorzarî, civakî û aborî aktîf bû.

Van xebatan bingeha ragîhandina Fedraliya Barkuê Sûriyê wekî gaveke ber bi feraliyeta Sûriyê de derkete pêş. Tevî ku em jihemû civînên taybet bi aloziya Sûriyê hatin dûrxistin jî. Em careke din jî dibêjin ku em ji hemû danûstendinaan re amdene, lê civîna ku em jê hatin dûrxisitn, dê biryarên wê me eleqedar neke.

Ji berpirsyariya me ya  di xeta çareseriyê de em hemû insyatîfên di riya çareseriyê de qebûlk dikin û ji xebatên me yên dîplomasî ku hatin meşandin, me gelek navendên Rêveberiya Xweser li gelek welatên Ewropa vekir. Di heman demê de em di dixwazin ku têkiliyên dîplomasî bi welatên Rojhilata Navîn û welatên cîran re ava bikin.

Li ser esasê xweparstina civakê û mafê wê yê xweparsinê, êrveberiya xweser saziyên parastinê yên Asayîş, Erka Xweparstinê û Hêzên Parstina Civakî ava kirin. Van saziyan roleke mezin li kêleka YPG û QSDʹê di rizgarkirina herêmên berfireh di Bakurê Sûriyê de  yên wekî Minbic, gundên Rojava û Bakurê Reqqa û Başûrê Hesekê de giritin û ewlekariya wan herêmên parastin.

Tevî li ser herêmên embargoyek dijwar di hemû aliyan de heye jî bingeh û zemîna kar û xebatan di bin şert û mercên zehmet de û bi derfetên heyî yên herî kêm jî hatin danîn. Gelek herêmên me hatin wêrankirin, lê bi derfetên me yên heyî û herî kêm me karîbû aliyek ji xizmetan li ser esasê aboriya civakî pêş bixe.

Di dema ku em rola gelê xwe di qedandina jiyana zehemt di vê qonaxê de, em tekez dikin ku em jî beşek ji berpirsyariyan radibe. Ji ber ku me beşek ji saziyên xwe ji ber kêmbûna derfetan û tunebûna xebatkarên pspor baş nikarîbû aktîf bike. Bi taybet ev yek di saziyên çavêdêriyê de.

Em soz didin gelê xwe ku ezmûna Rêveberiya xweseriya Demoraktîk bi hemû aliyên wê dê bibe bingehek ji bo pêşxisitna ezmûna Fedraliya Demokratk a Bakruê Sûriyê, da ku ewlekarî, aramî, jiyana hevbeş û parstina urmetê. Da ku em bighêjin civakeke demorkatîk li se esasê civaka demroaktîk.

Em bejna xwe bi rêzdarî li ber şehîdên xwe yên cane xwe fedar kirin, em rola hêzên xwe yên di sê kantonan de parsitnê dikin ku rola wan a serke di pêkanîna zemîna baş ji bo avakirina Rêvebeirya Xweser beriz dinirxînin, ew in ên dê avakirina Fedraliya Demroaktîk misoger bikin. Em careke din benjna xwe li ber hemû tekoşerên QSD, YPG û YPJ birêzdarî bibîr tînin.

 

Back to top button