HemerengNûçeNûçeyên Lezgîn

Di înternetê de herî zêde ev şîfre di sala 2016 de hatin bikaranîn

Mirov dema şîfreyek li tiştek bar dike kîjan reqeman hildibijêre? Gelek kes reqemên hêsan bikar tînin, lê ev yek dike ku hesabê mirov bikeve talûkeyê. Lê dema mirov peyvên dijwar bikar bînin? Niha şîfreyên ku herî zêde di sala 2016’an de hatine bikaranîn hatin eşkerekirin.

“Keeper” ku şîrketa ewlehiya sîber e li ser 10 mîlyon şîfreyên di sala 2016’an de hatine bikaranîn lêkolîn kir. Şîrketê 25 şîfreyên herî zêde hatine bikaranîn derxistin holê. Li gor lêkolînê herî zêde ev 25 şîfre hatine bikaranîn:

123456, 123456789, qwerty, 12345678, 111111, 1234567890, 1234567, password (şîfre), 123123, 987654321, qwertyuiop, mynoob, 123321, 666666, 18atcskd2w, 7777777, 1q2w3e4r, 654321, 555555, 3rjs1la7qe, google, 1q2w3e4r5t, 123qwe, zxcvbnm, 1q2w3e.

Ligel şîfreyên hêsan ên di nav lîsteyê de şîfreyê tevlihev ji aliyê robotên spam ve hatine bikaranîn.

Graham Cluley ku li ser ewlehiya sîber blog nivîsandiye dibêje ku ev şîfre ji hesabên sexte yên forûman hatine girtin. Ev hesabên spam zêdetir ji aliyê kesên dermanên sexte û hebên lawazkirinê difroşin ve hatine bikaranîn.

Keeper ji bo sazkirina şîfreyek bi ewle 3 pêşniyaran dike:

1- Tîpên cuda bikar bînin. Hejmar, tîpên biçûk û mezin û karakterên taybet… Ji van şîfreyên xurt dikarin bêne çêkirin.

2- Peyvên di ferhengan de hene bikar neynin. Bikaranîna peyvên id ferhengê de karê korsanan hêsantir dike ji ber ku ‘êrîşên bi peyvan’ dikin û dikarin şîfreya we bi dest bixin.

3- Rêveberiyek şîfreyê bikar bînin. Sazkirina şîfreyek xurt û di bîrê de girtina wê zehmet e. Ji ber vê yekê ji dêvla we amûrên rêveberiya şîfreyê bikar bînin ku ji dêvla we ve bila şîfreyê saz bike.

C. M

Back to top button