ManşêtNûçe

MSD’ê li Qamişlo semînerek ji bo tundiya li dijî jinê li dar xist

Buroya Jin di Meclisa Sûriya Demokrat semînerek ji bo tundya li dijî jinê li dar xist, bi tevlîbûna nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat, Partiya Nûjen û Demokratîk, Partiya Yekîtiya Suriyan, Desteya Jin, Meclisa Jina Sûrî, Kongeray Star, Saziya Malbatên Şehîdan, Beşa Lêkolînan di Tevgera Civaka Demokratîk.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre Cewahir Osman bi xêr hatina mêvanan kir û axivî li ser armanca wan ji li dar xistina wek van semîneran.

 

Piştre Canda Mihemed axivî li ser karîbûna jinê di îsbata xwe de di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriya, wiha zêde kir nayê veşartin li ser tu kesî tiştê ku jinê bides xist, û ew di nava Şoreşa Rojava de bû.

Di der barê tevlîbûna xwe de Sirûr El-Şemerî endamê Meclisa giştî a Partiya yekîtiya Demokrat diyar kir ku rojane tundî li ser jinê pêk tê, divê ev rastî bê fêm kirin û li ser bê sekinandin, ev semîner di demeke dereng hat, divê mîna van semîneran bi awayekî domdar bên li dar xistin, di der barê wê de li ser tiştên ku der heqê jinê pêk tê biaxivin.

Wiha zelal kir: Em înkar nakin rola buroya Meclisa Sûriya Demokrat, lê divê rola jinê û rêxistinkirina wê bi awayekî guncaw were çalakirin.

Di dawî de tekez kir ku rêber Ocelan jina Sûrî û ya Rojhilata Navîn azad kir.

Li kêleka semînerê nûçegihana me a Partiya Yekîtiya Demokrat hevdîtinek bi Cewahir Osman berpirsa rêxistinê di Meclisa Sûriya Demokrat re çîkir, wê got: Me gelek semîner ji bo tundiya li dijî jinê li dar xistin, hat sekinandin li ser xala rakirina barî li ser mile jinê.

Li ser zêdekirina tundiyê li ser jinê di der barê pandamiya Koronayê Osman got: Tundiya malbatî tehdîdek xetere li dijî gelek jinan, ji ber vê yekê zanîna nîşanên têkiliyên xirab û çawaniya dûrketina ji van helwestên xeter, bi sedema zextên zêde li ser wê.

Osman wiha lê zêde kir weke tevgerên jin em hişyariya her du zayendan dikin ji bo rawestandina tundiya malê li dijî jinê û kêmkirina wê, her wiha di der barê domandina têkiliyan bi jinê re û hişyariya wê ji bo pêşketina wê ku çawa berxwe bide ji bo bêhtir bi hêz bibe.

Osman wiha bi dawî kir: Armanca me ji van semîneran kirina roja tundiya li dijî jinê roj ew e têkoşîna jinê.

Back to top button