ManşêtNûçe

Sazî û partiyên Kurdistanî li dijî sûcên şer ên Tirk bang li YE’yê kirin

48 sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar li dijî sûcên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bang li Yekîtiya Ewropayê kirin.

Daxuyaniya partî ûsaziyan wiha ye:

“Lîderên Yekîtiya Ewrupayê, 10-11’ê Kanûnê li Brûkselê, di civîna lûtkeya bilind de bi giranî ew ê têkiliyên li gel Tirkiyeyê bi nirxînin û ji bo çalakiyên ku li Derya Spî pêkaniye, ceza lê bibirin an nebirin, nîqaş bikin.

Li gorî daxwiyaniyên sazî û nûnerên fermî yên yekîtiyê ku dane raya giştî, mijara sereke ya rojevê ya li ser Tirkiyeyê, ew ê çalakiyên ku li Derya Spî hatine kirin be. Em, partî û saziyên bi îmzeyên xwe li jêr, vêna ne têr û ne ji dil dibînin. Em bang dikin ku divê Yekîtiya Ewropayê, di vê civîna xwe ya bilind a di Roja Mafên Mirovan a Gerdûnî pêktînin de, sûcên ku dewleta Tirka li ser gelê Kurd daye meşandin bixin rojeva xwe û li goreyî vêna hilwestek rêzdar destnîşan bikin!

Yekîtiya Ewropayê, eger ew sûcên şer, binpêkirina mafên mirovan ên li ser Kurdan hatiye kirin û bi berfirehî, him di raporên Komisyona Mafê Mirovan a Sûriyeya Neteweyên Yekbûyî de him di rojevên Rêxistina Efûya Navneteweyî û Rêxistina Şopdarê Mafên Mirovan de hatine diyarkirin, nexe rojeva xwe, wê wextê tê wateya ku Tirkiyeyê, ji ber wan polîtîkayên xwe yên li dijî mirovahiyê yên li Iraqê, li Sûriyeyê û li hundur dide meşandin xilatdar dike, ku ev ê jî wijdana mirovahiya cîhanê birîndar bike.

Tirkiyeyê, li ber çavên hemû cîhanê, bi çeteyên cîhadîst re, li Efrîn, Girêspî û Serêkaniya ku dagir kiriye, qirkirina etnîkî pêkaniye, li van deveran hemû rûmetên çandî û dîrokî talan kirine.

Her wiha, piştî dagirkirinê li van deveran, dest bi çalakiyên êşkence, destdirêjî-destavêtin, talan, revandina mirovan kirine û li ser gelê niştecih zulum meşandine.

Tirkiyeya di bin rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê de ye, ji bo rojnamevanan bûye weke zîndana herî mezin a cîhanê, parlementer û şaredarên Kurd ên hatine hilbijartin, bi fermanên Erdogan ên huqûq nenas ve hatine destgîrkirin.

Di serî de yên li bajarên mezin li şûna şaredariyên HDP’î qayûm hatine danîn, şaredarên hatine hilbijartin avêtine zîndanan, ji hinekan re bi deh salan ceza hatiye birîn.

Li aliyê din êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan û pêkanînên wan ên anti-demokratî, bi salane li Iraqê jî dom dike.

Arteşa Tirka, di van salên dawî de, bi êrîşên wan hewayî, li Herêma Kurdistana Iraqê, 28 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl birîndar bûn.

Li vir em dikarin hijmarên bê sînor mînakan bidin, weke me da xuyakirin, vana hemû di arşîvên Yekîtiya Ewropayê, Komisyona Ewropayê û Parlemena Ewropayê de hene.

Ji ber vê sedemê, em bang li serkirdeya Yekîtiya Ewropayê dikin da ku bi salane ew sûcên dewleta Tirka li dijî gelê Kurd dikir ji nedîtî dihatin, çavê xwe bavêjin van raporan û li goreyî armancên saziyên Yekîtiyê tevbigerin, li mafên mirovan û azadiyên bingehîn û demokrasiyê xwedî derkevin!

Em partî û saziyên Kurd ku bi îmzeyên xwe navên me li jêr in, bibîr dixin ku Yekîtiya Ewropayê bi ezmûnekê vê rûberû ye, em daxwaz dikin ku pêdiviyê wê pêkbîne!”

ANF

Back to top button